
Çeteyên ser bi dewleta Tirk ên li Ezazê, doh sibehî êrîşî gundê Eyn Deqna kir û Hêzên Şoreşger jî bersiva wan da. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîmenên êrîşa xwe ya bi topan a beriya êrîşa esasî, di ser medayay civakî re belav kirin ku tê de dîmenên ji dronan jî pêk anîn.
Çeteyên ku bi pesndayîna xwe û bi serxweveçûna xwe êrîşî gundê Eyn Deqne yê li herêma Şehba kir xweş şikestin. Di encama bersiva şervanan de bi dehan çete hatin kuûtin ku li gorî çavkaniyên ji herêmê cenazeyê herî kêm diduyan ji wan ketiye destê şervanan.
Suwar hatin, yên filitîn peya çûn
Heman çavkaniyên herêmî didin zanîn ku yek ji çeteyên êrîşkar jî dîl hatiye girtin. Di dema bersivdayînê de gelek maşînên çeteyan hatin ruxanidin û du maşînên zirîhpoş ên ji bo veguheztina hêzan li bereyan ên tîpa BMB jî ketin destê şervanan.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dema ku sibehî zê êriş dan destpêkirin, piûta xwe bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker dianî ku ev bêhtirî mehekê ye, her bêhtir hêzên xwe vediguhezîne herêmê. Herî dawî pêr êvarê ji bi dehan maşînên zîrîhpoş veguheztibûn Ezazê.
Ne dewleta Tirk û ne çeteyên wê
Çeteyên dewleta Tirk dema êrîşa xwe dan destpêkirin, dewleta Tirk jî bi avêtina topan desteka yekser jî da wan. Çeteyan piştî destpêkirina êrîşê bi demeke kurt nûçeyên derew ên dagirkirina Deqnayê belavkiribûn ku bi derbên şervanan ev xweziya wan di qirika wan de hat hiştin.
Heta amadekirina nûçeya me hîna YPG´ê û Artêşa Şoreşgeran daxuyaniyek li ser vî şerî nedabû.
Gundê Eyn Deqna li rojhilatê bajarokê Minx ê herêma Şehba ye ku bi baregeha xwe ya hêzên hewayî li cihekî stratejîk e.
ŞEHBA