ERSÎN ÇAKSÛ / ANF / GIRÊ SPÎ

Ermenên li Girê Spî dibêjin, dewleta Tirk dixwaze Qirrkirina Ermenan a beriya bi 104 salan Osmaniyan kirî, niha bi destê DAIŞ’ê bidomîne.

Ji Ermenên li Girê Spî, Lucian Matosyan ku di dema qirrkirinê de malbata wê ji Rihayê hatiye koçberkirin, got, ew li çar aliyên dinyayê belav bûne. Lucian Matosyan di heman demê de endama Kongreya Star a li Girê Spî ye. Ew li ser çîroka koçberkirina malbata xwe dibêje, “Dewleta Tirk kal û pîrên me koçber kirin. Berê wan da Sûrî û Iraqê. Li Sûriyê jî em li Girê Spî, Serêkaniyê, Helebê, Dêra Zorê, yanî li çar aliyan belav bûn. Ya rast, em li çar aliyên dinyayê belav bûn.”

‘DAIŞ’ê rojên reş dîsa anîn’

Lucian Matosyan got, ew qirkirinê weke ‘roja reş‘ bi bîr tînin, wan li Sûriyê ji xwe re jiyanek ava kiriye, lê bi hatina DAIŞ’ê re ew ‘roja reş‘ dîsa vegeriyaye: “Di dema DAIŞ’ê de em nikarîbûn biçin dêrê. Her tişt qedexe bû. Gelek malbat neçar man koçber bibin. Hinekan jî dînê xwe guhert.”

Lucian Matosyan rizgarkirina Girê Spî weke li jiyanê vegerînê terîf diek û dibêje, “Piştî ku Girê Spî hate rizgarkirin, me careke din dest bi jiyana azad a bi dînê xwe kir. Hêviya min ew e ku Ermenên ji neçarî koç kirine, vegerin. Em dixwazin careke din bi hev re bijîn.”

Lucian Matosyan herî dawî got, “Em ê milyonek û nîv şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê mafên xwe yên ku Tirkiyeyê ew desteser kirin, bi dest bixin.”

Piştî DAIŞ´ê em diçin dêrê

Ji Ermenên Girê Spî, Garo Ebulebutyan jî got, malbata wî ji Rihayê hatiye koçberkirin û navê gundê wan Garmuş e. Garo Ebulebutyan got, “Ez ji Garmuşê me. Di dema qirrkirinê de kal û pîrên me bi pirranî koçî Dêra Zorê kirin, piraniya wan winda bûn, yan mirin yan jî aqûbeta wan nediyar e.”

Garo Ebulebutyan anî ziman ku kolana ew niha lê dimîne kolaneke Ermenan e û got, “Hemû şêniyên vê kolanê Ermen bûn. Piştî ku şerê Sûriyê dest pê kir, pirraniya wan koç kir. Yan çûn Helebê yan jî Ermenistanê.”

Ebulebutyan diyar kir, berê li Girê Spî zêdeyî 50 malbatên Ermen hebûn, lê belê bi hatina DAIŞ‘ê re piraniya wan koç kir: “Di dema DAÎŞ’ê de em ditirsiyan ku ji ber dêrê jî derbas bibin. Piştî têkbirina DAÎŞ’ê em êdî diçin dêrê, duayên xwe dikin, findên xwe vêdixin. Ev tiştekî gelekî xweş e.”

Garo Ebulebutyan li ser beşdariya hin Kurdan a li qirrkirinê jî got, “Hin Kurdan ol û siyaset tevlîhev kir û ketin xefika dewleta Tirk. Lê belê Kurd niha şaşitiyên xwe qebûl dikin. Ev nêzîkatiyeke gelekî baş e. Lê belê dewleta Tirk hîn jî înkar dike. Bila dewleta Tirk zanibe ku em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê mafên xwe ji bîr nekin.”