Rasthevhatina Hunerê ya Kurdistanê ya Navneteweyî ya ku 2'ê Sibatê ji aliye 230 hunermendan ve bi dûrişmeya "Rojava Bergeha Azadî û Wekheviyê ye", dest pê kir dewam dike. Gelek peykersaz û wênesaz bi çêkirina berheman rengekî nû dide Amedê. Dahata ji pêşengeha peykeran û wêneyan, dê ji bo piştgiriya Rojava û Şengalê bê şandin. Peykersaz Salêh Nemir ji Rojava beşdarî pêşengehê bû. Hûnermend û Peykersaz Salêh Nemir sala 1995'an de li Şamê dest bi hûnerê kir. Nemir diyar kir ku ji bo ku kişandina êşa gelê kurd bibîne û wan bişopîne li gelek deran geriyaye û peyker çêkirine. Nemir destnîşan kir ku peykerên ji bo pêşengehê çêkiriye, li ser 2 merheleyan rawestiyane û wiha peyivî; "Ez bi salan e vê xebata dikim. Ji bo ku rastiya gelê kurd parve bikim ez vê hunera xwe parve dikim. Min di pêşengehan de 2 peyker çêkirin. Yekemîn li ser êşa gelê Şengal û Rojava ye. Min ji Efrînê dar anîn. Ez bi daran êşa gelê xwe tînim ziman. Min bi daran rumuz bikar aniye. Min navê jînê lê kir. Em bi saya berxwedana wan li cîhanê dijîn. Peykera min a 2'yemîn jî ji bo têkoşîna jinê ye. Ji ber ku jin pêşenga têkoşînê ye. Min ev jî bi bronzê çêkiriiye."
'Hebûna jinan ji bo me pir girîng e'
Nemir, destnîşan kir ku wî ev peyker ji bo jiyaneke bi rûmet çêkiriye wiha axivî: "Jiyan ji bo gelê Kurd wate ye. Di jiyanê de hebûna gelê Kurd û bi taybetî hebûna jinan ji bo me pir girîng e. Di peykera jinê de çawa ku jin zarokan tînin û dikevin bin barê êşê, min ew wate da peykerê. Bi rastî jî bê jin cîwak nabe. Ji bo wê jî ez wekî zilam bejna xwe li hemberî jinê ditewînim."
'Ev hevdîtin ji bo me girîng bû'
Nemir, destnîşan kir ku her hûner ji bo Kurdan pîroz e û heta dengê Kurdan bigihîne cîhanê dê hunera xwe dewam bike. Nemir, da zanîn ku huner û xebata wî ji bo têkoşîna gelê Kurd e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo Kurdan vê xebatê dimeşînin. Ji bo me jî û ji bo gelê Kurd jî rûmet e. Ev rasthatin ji bo me pirr girîng û bingeh bû. Ez hêvîdarim ku xebatên me hîn xurtir bibin."
AMED