Komên Feyleq El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker zarokên Êzîdî yên gundê Basûfanê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi darê zorê rêdikin mizgeftan. Komên bi navê Ketîba El-Hemzet jî, dibistan û hin malên sivîl ên Elewiyan ên navçeya Mabeta dikin mizgeft û dibistanên şerîetê. Kesên vê yekê qebûl nakin jî tên girtin, revandin û êşkence kirin. Komên çete yên girêdayê artêşa Tirk li dijî gelê Efrînê bi her awayî zilm û êşkenceyê xwe didomînin. Komên çete ku ji destpêka dagirkirina Efrînê û vir ve hemû cih û warên dîrokî, pîroz ên Êzîdiyan û Elewiyan tarûmar kirin, niha jî pişaftinê û guhertina olî li ser Êzîdî û Elewiyên li herema Efrînê ferz dikin. Heçî qebûl neke êşkenceyê lê dikin Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, komên Feyleq El Şam, li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê zarokên Êzîdî ji malan derdixin, bi zorê dibin mizgeftan, li ser ola Îslamê dersan didin wan û Quranê fêrî wan dikin. Çavkaniyên herêmî, destnîşan kirin ku kesê bi navê X.K ku nexwest zarokên xwe bişîne mizgeftê li gund rastî êşkenceya komên Feyleqe  El Şam hatiye û jineke ciwan a Êzîdî revandin û agahî jê nayê girtin. Mala Elewiyan dikin mizgeft  Dîsa li gorî saloxdayîna çavkaniyên ji Efrînê li ser civaka Elewî ya li Efrînê jî zilm û zordarî heye. Komên Ketîbeya El-Hemzet dibistana gundê Kaxrê ya navçeya Mabeta ya Efrînê veguhestine dibistanek Şerîetê û tenê dersa ola Îslamî tê de didin. Li aliyê din mala jina Elewî ya bi navê Henan Ereba jî veguhestine mizgeft û tê de dersên Îslamê didin. Hat destnîşankirin ku li heman herem 3 xaniyên Elewiyan ên ji heremê hatine derxistin jî, ji bo veguherînin mizgeftê amadekarî tên kirin. EFRÎN