Çavkaniyekî nêzî YPG’ê ragihand ku pevçûn heta niha li derdora gundê Meeriskê ya navçeya Şera ya Efrînê hîn didomin, her wiha di encamên pevçûnan de bi dehan çekdar hatin kuştin û hejmarekî din jî birîndar bûn, malek jî ku çekdarên Tugaya Elfursan ya girêdayî Artêşa Azad bikardianîn hate şewitandin. Her wiha erebeyeke doşka li ser hate şewitandin, komên çekdar bi doşka gundên nêzî vir gulebaran kirin, di encamê de welatiya bi navê Yesmîn Hiso (25) ji şêniyên gundê Qitmê bi giranî birîndar bû û ji ber vê zarokê 6 mehî di zikê wê de ji ber çû, her wiha ji bo derman kirina wê veguhastin nexweşxaneya Avrîn.

Çavkanî diyar kir ku li aliyê din 3 şervanên YPG’ê di pevçûnên duh de jiyana xwe ji dest dan û heta niha ti agahî di derbarê nasnameya wan de bi dest neketine.
Hat ragihandin, ku pevçûnên duh li aliyê rojavayî gundê Meeriskê rû didan û piştî çend saetan YPG’ê çekdar neçar hiştin ku ji gund derbikevin û niha li gundê Elmezrea ya girêdayî Ezazê bi cih bûne, her wiha pevçûn li derdora gundê Elmezrea hîn didomin. Li aliyê din diyar bû welatiyên gund berxwedaneke bê hempa li rex YPG’ê kirin.

'Emê bi tundî bersivê bidin'

Ji aliyê din ve Femandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li Helebê di derbarê rewşa dawî ya taxên Kurdan li bajarê Helebê û hewldanên rêjîmê yên derbasbûna van taxan de da xuya kirin ku eger rêjîm hewildanên ketina van taxan berdewam bike ew ê jî di çarçova parastinê tenê de nemînin.
Di daxuyaniya fermandariya giştî ya YPG’ê tê gotin: "Ev çar roj in ku hêzên rêjîmê hewl didin ku ji hêla "Mexselet Elcezîra" derbasî Şêxmeqsûda Xerbî bibin û ji hêla benda Ewarid jî derbasî Şêxmeqsûda Şerqî bibin, yekîneyên me jî rê nedan ku derbas bibin, li ber xwe dan û gelek ji endamên hêzên rêjîmê hatin kuştin. Ev du meh in ku hêzên rêjîmê bi bihaneya ku komên çekdar li wir hene Taxên Kurdan bombebaran dike û hewl dide ku derbasî taxan bibe. Em jî wek fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG),  em ê bê bersiv û di çarçova parastinê tenê de nemînin, eger rejîm hewl bide têkeve herêmên me û bombebaran bike em ê bi tundî bersivê bidin. Em wek fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), soz didin gelê xwe ku li hember êrîşên dixwazin rûmeta gelê me têk bibin li ber xwe bidin û herêmên Kurdan biparêzin."

EFRÎN/HELEB