Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Helebê di derbarê êrîşa koma çekdar a Ensar El-Îslam li ser benda kontrolê ya hêzên Asayişê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di encama pevçûnan de bi dehan endamên koma êrîşkar hatine kuştin û şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest daye.

Femandariya Giştî yaYPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şeva borî komên çekdar ên Ensar El-Islam ku gorêdayî Artêşa azad e êrîş birine ser benda kontrolê ya hêzên Asayişê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, yekîneyên YPG’ê jî ji bo ku alîkariya hêzên Asayişê bikin çûne cihê bûyerê.

Herêm kete destê YPG’ê

Daxuyanî wiha dewam dike: “Di navbera yekîneyên me û komên çekdar de pevçûn rû dan û di encamê de bi dehan endamên koma êrîşkar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, koma çekdar xwe paşve kişandin û benda wan a kontrolê li devera Ferûc Emar kete bin kontrola yekîneyên me de, di pevçûnan de wesayîtek hate desteserkirin, wesayîteke doçka û hin wesayîtên din hatin rûxandin û di encama berxwedana lehengî ya yekîneyên YPG’ê de jî şervanê me yê bi nasnav Egîd jiyana xwe jidest da.”
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha dewam dike: ‘’Ev koma êrîşkar a Ensar El-Islam ji aliyê kesê bi navê Adil Eso ve tê birêvebirin. Em ne li dijî Artêşa Azad in, em li dijî komên çekdar ên weke Ensar El-Islam in ku welatiyan talan dikin û di navbera me û Artêşa Azad de tevlîheviyan derdixin.”
Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Emê li hember kiryarên komên çekdar ên xwe wek Artêşa Azad didin naskirin bêdeng namînin, buhayê wê çibe bila bibe emê rê nedin tu hêzan ku fitne û tevlîheviyan bixe navbera gelên Kurd û Ereb.”
 
Berxwedana YPG’ê didome

Pêr li gundên Mezlûma û Taya yên Başûrê Tirbespiyê di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên El-Nusra de pevçûn rûdan û heta doh saetên sibê dom kir. Çekdarên El-Nusra welatiyên  gundên Sofya û Xerab El Ebin yên li heman herêmê derxistin, dest bi dizî û talan kirina malên gundiya kirin. Li gundê Til Elo yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de jî şevê din pevçûn derketin û di encamê de kuştî û birîndarên El-Nusra çêbûn û 2 kuştiyên El-Nusra ketin destê şervanên YPG’ê. Her wiha li gundên Sefa, Siwêdiyê û nêzî navenda Dicle ya neftê komên çekdar êrîşkirin û li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê pevçûn derketin û di encamê de wesayîtek komên çekdarê ya doçka li ser hate rûxandin, kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn.

Li Serêkaniyê bêdengî heye

Li Serêkaniyê ku beriya 2 rojan çekdarên El-Nusra bi topan êrîş pêk anîn û piştre hewldan bikevin bajêr rastî berxwedana YPG’ê hatibûn, di encamê de gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbibûn. Lê niha li Serêkaniyê bê dengî heye û hêzên YPG’ê li her deverê parastinê dikin.

Li Girê Spî pevçûn 

Li Girê Spî (Til Ebyed) jî duh pevçûn li gundê Kendal, Til Exder, Yabsê û Til Findir derketin. Di pevçûnên li van gundan ku hîn didome jî kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn û şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest da. 

HELEP/TIRBESIPIYÊ