Em rêxistin, kesayetên welatperwer û aştîxwaz, bi giştî bang li hezên çekdar; pêşmerge, gerîla, şervan, asayîş û yên din yên li Kurdistanê dikin, divê bi deng û helwêsteke hevbeş rabin ser piyan, bi dek û dolabên dewleta Tirk a faşîst nexapin; divê ew nebin sedem û nehêlin careke din li xaka pîroz a Kurdistanê xwîna hêzên Kurd were rijandin!

Bi îmzeya 670 nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, akademîsyenên Kurd ên li dîasporayê, ji aliyên Kurdistanî dixwazin hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin. Îmzakeran got, dewleta Tirk di nava hewldanên pirr gemar de ye. Metin bi serenavê “Ji bo yekîtiya neteweyî hat belavkirin. Li gorî aliyê kampanyayê bi rê ve dibe, metn bi e-mailê hatiye şandin ji tevahiya partiyên li parlamena Başûrê Kurdistanê re. Metn wê her wiha ji destan jî bê radestkirinî nûneriyên heman partiyan ên li Başûrê Kurdistanê. Ev metn her wiha ji nûneriya Başûrê Kurdistanê ya li Berlînê re, ji serokatiya parlamena Başûrê Kurdistanê, rayedarên hikûmetê û nûneriyên Başûrê Kurdistanê re jî bi e-mailê hatiye şandin û wê bi destan jî bê teslîmkirinî aliyên peywendîdar.

Kesên bangê dikin, dibêjin, “Dîroka vê dewletê tije ye ji politika û kiryarên dijminane yên li dijî gelê Kurdistanê. Di van rojên dawî de, li gel Rojava, niha jî li Başûr ketiye nava pîlaneke gelekî xeter. Li Zînî Wertê, ji bo vê pîlana xwe ya xwînxwar û dijminane bi ser bixe, dest bi avakirina zemînekî Xwişk-Birakujiyeke nû kiriye.”

Piştî vê tesbîtê îmzaker dibêjin, dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê careke din bixe nava şerê aliyên Kurdistanî û wiha dewam dike: “Li hember vê pîlan û projeya qirkirinê ya li dijî gelê me, gelo dibe ku em partî, sazî, rêxistin û kesayetiyên, xwe deng, reng, hişmendî, hişyarî, wijdan, raman, pêşeng û zanayen gelê Kurdistanê dibînin, bê deng bimînin?

Nexêr, divê em ranewestin; û em rêxistin, kesayetên welatperwer û aştîxwaz, bi giştî bang li hezên çekdar; pêşmerge, gerîla, şervan, asayîş û yên din yên li Kurdistanê dikin, divê bi deng û helwêsteke hevbeş rabin ser piyan! Em nexasim jî bang li hêzên pêşmerge û çekdarên li herêma Zînî Wertê û tevahiya Başûr dikin, divê li dijî vê xetere rabin, bi dek û dolabên dewleta Tirk a faşîst nexapin, divê nebin sedem û nehêlin careke din li xaka pîroz a Kurdistanê xwîna hêzên Kurd were rijandin! Her wiha, ew hêzên nû hatine wê herêma Zînî Wertê jî, hemû vegerin deverên xwe yên berê; ji ber ku ew bûbû sedema nakokî û rageşiya li wê deverê!

Her wiha em, bi vê helwêst ê hewldana hevbeş, careke din bang li raya giştî ya Kurdistanê dikin û pirr eşkere û zelal dibejin, ‘Em, êdî şerê xwişk û birakujiyê qebûl nakin’!

Û em banga xwe ya ji bo raya giştî ya cihanê jî dubare dikin; dewletên têkildarî dewleta Tirk, divê nebin hevparê vê polîtîka û pîlana mirovkuj û malxerab a dewleta Tirk! Berovajî, divê mirovahî û wijdanê cihanê, li cem têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke azad û wekhev cih bigirin!”

Akademîsyen, nivîskar, parlamenter

Di nava îmzakeran de Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç, Fatos Goksungur, Endamê Konseyi Reveberiya KNK’ê Saeed Saedî, Hevsroka Berey Demukrasî Gel Şêrîn Kerîm Mûrad, parlamentera Meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbulut, Parlamentera Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir, Parlamenterê Eyaleta Berlînê Hakan Taş, Parlamentera Meclîsa Kantona Baselê (Swîsre) Edîbe Golgelî, parlamenterên berê yên HDP’ê Faysal Sariyildiz, Leyla Birlik, Lezgîn Botan, serokê Însttîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho (Belçîka), nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul, rojnamevan Kemal Çomanî (Elmanya), Prof. Dr Hamit Bozaslan (Fransa), Prof. Dr. Hecî Akman (Norwêj), Prof. Dr. Kirmanc Gundî (DYE), Prof .Dr. Salar Basira (Elmanya), Dr. Ibrahim Seydo Aydogan (Fransa), Dr. Luqman Turgut (Elmanya), Dr. Seevan Saeed (Çîn), Hozan Şemdîn, Hunermendê NÇÊ’yê Titalê Feyzo, Serokê IKDZ e.V. (Elmanya), Hevseroka NAV-YEK’ê Çîçek Yildiz û gelek siyasetvan, hunermend, akademîsyen û kesayetên din ên Kurdistanî yên li dîasporayê hene.

 

BRUKSEL