
Navenda Tenduristiyê ya gundê Kefer Naya bi derfetên kêm xizmetên tenduristiyê ji şêniyên gundên herêmên Şehba re pêşkêş dike. Berpirsên Navendê diyar kirin ku pêdiviya wan bi derman û amûrên tenduristiyê heye û daxwaz ji aliyên têkildar kirin alîkariyên pêwîst ji nexweşxaneyê re pêşkêş bikin.
Navenda tenduristiya gundê Kefer Naya, di 1`ê Cotmeha par de, piştî herêm ji çeteyên artêşa Tirk a dagirker hat rizgarkirin, hat vekirin û bi çavdêrî û destekdayîna hêzên Cebhet El-Ekrad bû û kadroyeke tenduristî ji bo dermankirina şêniyan hat destnîşankirin.
Navend heta 5 mehan bi destekdayîna Cebhet El-Ekrad bi rê ve diçû, piştî Meclîsa Rêveberiya Herêmên Şehba Navenda xwe veguhezt herêmê, navenda tenduristiyê bi Desteya Tenduristiya Meclîsa Rêveberiya Herêmên Şehba ve hat girêdan û ji aliyê wê ve hat destekkirin.
Li navendê amûr û derfet kêm in
Di navenda tenduristiyê de 5 beş hene û ev jî beşa diranan, a nexweşiyên jinan, dermansazî, beşê hinavan û beşê dermankirina lezgîn in. Her wiha li navendê alav û amûrên sivik ên wek yên bijîşkiya diranan, ekografî û hin amûrên beşê jidayikbûnê hene.
Li aliyê din, derman li navendê pir kêm in û hin dermanên wek yê nexweşiya sermayê, kuxik, dermanê ji bo nexweşên şekir (Mîtformen 850) hene. Berpirsên navendê didin zanîn ku pêdiviya wan bi hemû cureyên dermanan heye.
Li navendê, kadroyek bijîşkî ji Dr. Mihemed Îsa pisporê neştergeriya Diranan, alîkarê tenduristiyê yê fenî Ehmed Colo, Dr. Azad Ebûd pisporê nexweşiyên hundirîn û zarokan, her wiha pispora yasayî ya jidayikbûnê Wefaî Skêf, dimînin.
NÛRHAT HESEN / ANHA / ŞEHBA