Rûkena ku dayîka 4 zarokan e û bi hunera karê destan re mijûl dibe wiha got, “Cilên li bazarê pir buha ne, ji ber vê yekê gelek mirov cilên bikar hatî yên têne firotin dikirin. Lê hinek kes nikarin ji ber tendûrustiya xwe cilên kevin li xwe bikin. Tên û ji min dixwazin ez ji wan re bi kamfa an jî hirî cil birîsim. Gelek hevalên min hiriyê ji min re tînin ji bo ez ji wan re çêkim, ez jî rewşa xirab a aborî didim ber çavan û bi kêm pere ango erzan ji wan re cil çêdikim. Ez dibêjim dema kar di destên jinê de be, dikare gelek pêdeviyên civakê pêk bîne.”
Rûkenê bilêv kir ku ew bi heskirinek mezin bi hunera destan re dema xwe dibûhire û wiha pê de çû, “Ez bi hezkirin û zewq karên destan dikim. Dîqet û bala min li ser kar e. Carna ji bo cilekê ez heftek an jî 15 rojan mijûl dibim. Dema dawî dibe ez bi keda xwe şanaz û kêfxweş dibim. Li Kantonê pir jin hene bi hunera karên destan mijûl dibin. Di her malekê de teqez tiştên ku bi destan hatine çêkirin hene. Lê ez dibînim zêde bala ciwanan naçe ser. Divê jin xwe bi karê malê nefetisîne û hunerên xwe ên din derîne holê. Jixwe pir jin li derve kar dikin, yên karekî nakin jî dikarin tevî xebatên wiha bibin.”
FÎDAN RÊZAN-SÛZAN MIHEMED
JINHA /EFRÎN