Ji Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê Dr. Seda Altûg ku bi xebatên xwe yên li ser rejîma Esad, muxalîfên li dijî rejîmê, û polîtîkayên Sûriyeyê tê nasîn, bersiv dan pirsên Ajansa Nûçeyan a Firat´ê. Altûg diyar kir ku Tirkiye hewl dide ku bandora xwe ya li ser muxalefetê zêde bike û dixwaze piştî çûyîna rejîma Esad jî li gorî berjewendiyên xwe şêwaz bide rêberiya nû. Altûg destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze vê yekê bi rêya Birayên Misilman a ku di Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê de bi beşeke mezin cîh digire bike û diyar kir ew bawer nake ku NATO weke li Lîbyayê bi awayeke leşkerî dest li Sûriyeyê wer de. Altûg diyar kir ku gelek sedemên vê yekê hene û bal kişand ser rewşa jeostratejîk û faktorên têkiliya Sûriye, Îran, Hizbullah û Îsraîl-Filistînê. Altûg destnîşan kir ku ger li hemberî Sûriyeyê destwerdana leşkerî pêk were, wê rê li ber şerên domdirêj û berfireh ên di navbera netewe, ol û mezhebên li herêmê de vebike. Altûg got; “Sedemek din jî pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk di pirsgirêka kurd de di rêbazên ewlekarî û şîdetê de israr dike û van dewam dike. Ez bawer nakim ku êniyek li aliyê Başûrê Rojava(Bakûrê Kurdistanê) veke. Eger pêk were, wê herêm vegere gola xwînê.”
“Tirkiye li dijî kurdan Birayên Misilman dixe dewrê’
Altûg diyar kir ku Tirkiyeyê manîpulasyonên polîtîk dike, lê di rastiyê de di mijara diyarkirina statu û dûhatûya Kurdên li Sûriyeyê de hêza wê bi sînor e. Altûg weha got: "Ya yekem; ji ber Kurd hebûneke siyasî ne, ne ku mexdûrên di nava destê Esad de ne û li bendê ne Tirkiye bê wan rizgar bike. Kurd beşa herî bi rêxistin a civak Sûriyeyê ne.” Altûg destnîşan kir ku ligel raperînên gel ên di Adara 2011 de dest pê kirin, Kurdan jî dest bi avakirina û xurtkirina rêxistina xwe kirine û got; “Tirkiye çiqas înkar bike jî, rewşa Kurdên li Iraqê û helwesta DYA’yê ya li hemberî pêşketin û geşedanên li herêmê, nahêle Tirkiye bi serbestî tevbigere.” Altûg destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya Birayên Misilman ên beşek mezin ji Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ne, mudaxeleyê pirsgirêka Kurd dike.
Deswerdan wê şer zêde bike
Dr. Seda Altûg destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze bi rêya Birayên Misilman bibe mudaxîlê Sûriyeyê û li gorî xwe şêwaz bide rêveberiya nû û diyar kir ku gelek alî û derdor ji vê yekê nerazî ne. Altûg got; “Ya herî girîng Kurd in. Dibe PYD be an jî na, Kurd ji planên mudaxele û tehdîdên Tirkiyeyê dilnerehet in. Mûrat Karayilan jî got ku ger muxaleyek wiha çêbibe, wê rê li ber şer vebike û wê bibe jî. Ev şerê ku em behs dikin, bi pêşketinên li Tirkiyeyê re pir eleqeder in”. Altûg diyar kir ku ne tenê Kurd, gelek muxalîfên din ên Sûriyeyê yên ku xwepêşandan li dar dixin, ji hewldanên Tirkiyeyê nerazî ne.
Plana Annan
Altûg ji bo plana Annan jî diyar kir ku dixwazin bi hewldanên Annan tundiyê bidin rawestandin û bi îmzeya Esad muzakere dest pê bikin. Altûg got; “Her çendî, Tirkiye bi dilgermî nêzîkî plana Annan nebû jî, lê bi tena serê xwe newêriya li hemberî vê planê derbikeve. ” Altûg destnîşan kir ku piştî ku Esad planê qebûl kir jî bi dehan sivîl hatin kuştin û bal kişanad ku piştî civîna li Stenbolê ya “Dostên Sûriye” Esad ragihand ku wê heta 10’ê Nîsanê çek bêne bêdengkirin û got; “Ev rast e, an jî rejîm dixwaze bi vê yekê dem qezenc bike, em ê piştre bizanin.”
Dr. Seda Altûg got ku ew bawer nake ku Esad bi xwestek nêzîkê lihevkirinê bibe. Altûg got; “Eger em îro vê mijarê weke pirsgirêkeke navneteweyî dibînin, Kurdan, sosyalîst, Elewî, Dûrzî, Ermenî, Çerkez, baweriyê cûda vê raperînê dan destpêkirin. Weke ku rejîm û hin aliyên din dibêjin DYA’yê daye destpêkirin, ev yek ne rast e.”
ANF/STENBOL