EYŞE MIDEWER / ANHA/TEBQA
Hunerê şêwekariyê yek ji rêbazên herî girîng ên derbirîna hestên mirovan e. Li Tebqayê şêwekara ciwan Xedîce Şitêwî ji zarokatiya xwe ve wêneyan çêdike û niha jî şêwekariyê hînî zarokan dike.
Xedîce Şitêwî ya 20 salî şêwekareke ji bajarê Tebqayê ye û ji zaroktiya xwe ve ji hunerê şêwekariyê hez dike û nexasim şêwekariya bi komirê. Ew bi tabloyên xwe hewl dide rûkeniyê li ser rûyê zarokan bineqişîne.
Xedîce cihê xwe di xebatên hunerî de û xêzkirina li ser dîwarên dibistanan de girt. Her wiha gelek tabloyên propagandayê yên banga parastina paqijî û xemilandina bajêr jî wê çêkirin.
Xedîce ji zarokatiya xwe ve şêwekariyê dike û jinên şerker di tabloyên xwe de çêkirin. Xedîce got, di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de wê karê xwe yê şêwekariyê rawestandiye.
DAIŞ´ê 20 taboloyên wê şewitandin
Çeteyên DAIŞ’ê bêhtirî 20 tabloyên wê ku berê çêkiribûn, şewitandin.
Xedîce diyar kir ku wê ruhê berxwedan û fedekariya jinên şerker di rizgarkirina herêmê de gelekî ecibandiye û rastiya jinan û rola wan di rizgarkirin û parastina civakê de di tabloyên xwe de vedibêje.
Xedîce da zanîn ku kesayetên ku wê di tabloyên xwe de xêz kirine kesayetên rasteqîn ên jinên şerker in ku rola wan di rizgarkirina jinan ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de mezin bû.
Xedîce niha li Navenda Çand û Huner a Tebqayê de bi hevkariya mamosteyên şêwekar, komeke zarokan fêrî şêwekariyê dike.