
Kînem
- Navê te çi ye?
- Navê min Kînem e.
Navê wê Kînem bû û bercêwîka Kîbelê bû. Herduyan bi hev re di Koma Dengê Mezopotamya de ji du sal û nîvan û vir ve bi tenbûra xwe cihê xwe digirt. Li ser pirsa min, Kînemê got, "Ez bi gelek stranan dizanim û bi tenbûrê jî dizanim mûzîka wan lêxim." Min jî pirsî ka gelek çiqas e: "Bîst". Maşela, 20 stran û mûzîka wan ji bo keçeke 12 salî bi tenê nîşana jîrbûnê ye. Kîbel jî dibêje ew bi tenê bi aKurmancî stranan dibêje ji ber ku zimanê wê ye û hez ji zimanê xwe dike. Kîbel jî xwîşka wê jî diçin sinifa 6´an û gelekî razî ne ku ji bajarê Elmanyayê Saarbruckenê hatine Wiessbadenê ango paytexta eyaleta Hessenê. Lewma bi vî awayî desteka xwe bi hunerê xwe nîşanî berxwedana Kobanê dane.
Gelek bîst e...
Bêrîtana 11 salî jî dibîje ew hez ji tenbûrê dike ji ber wê di Koma Dengê Mezopotamya de cihê xwe digire. Bêrîtan dibêje ez bi tenê hez dikim bi stranên Kurdî re li tenbûrê bixim. Êdî ji bo min ne ecêb e; ew jî bi gelek stranan dizane û gelek jî "bîst" e. Herçî Bêrîvan a 14 salî ye îsbat dike ku gelek ji bo zarokên mezin jî bîst e. Ew jî bi gelek stranan dizane û "her bîst jî bi Kurmancî ne ha". "Çima", "Ez hez ji zimanê xwe yî dayikê dikim".
Bavê min got
Derya ya 12 salî jî diçe sinifa 6´an; lê hinekî sekinî dema ku min jê pirsî ka çima di Koma Dengê Mezopotamya de li tenbûrî dixe: "Immmmm… Bavê min got." Dema wê ev bersiv da Kîbel, Kînem, Bêrîvan û Bêrîtanê jî got, "yê me jî bavê me ji me xwest em biçin dersa tenbûrê."
Weyla li vê ecêbê! Ma diya kesekî ji wan nexwestiye? Rojîna 10 salî di nava koma hazir de ya herî piçûk bû. Rojînê dibêje, "bavê min ez şandim, lê diya min xwest."
Berfîna 12 salî hinekî jixwe razî ye, tevî ku bavê wê ew şandiye jî dixwaze ku mezin bû bibe hunermendek û di mûzîkê de xwe bi pêş bixe. Sedama Kurdîbûna stranan jî têra xwe maqûl e: “Xweş e”.
140 tembûrvan û 8 ziman
Erkan Gulbahçe berpirs e ji Koma Dengê Mezopotamya dibêje 140 kesan dersan distînin û weke 140 tenbûrvanan jî tevlî çalakiyan dibin. Di nava wan de gelek zarok jî hene. Erkan Gulbahçe dibêje Ermenî û Ereb jî di nava komê de hene lê belê pirranî ji Kurd ûş Tirkan pêk tê. Ew dibêje ji bo wî erkeke û pê serfiraz e ku dikarin bi vî awayî pişta Şoreşa Rojava bigirin. Mamosteyê komê Hasan Huseyin Talas li komeleyên cihê dersê dide û kom bi heşt zimanan stranan dibêje. Erkan Gulbahçe wekî din got, di bernameya Newroza Amedê ya sala 2015´an de kom wê bi 40 kesî beşdar bibe. Hema siheta hemûyan xweş, xwedê bike serketî bin.
LUQMAN GULDIVÊ