Leşker û polîsên AKP’ê di 22’yê çileyê de li hemberî gerîlayên HPG’ê li Midyada Mêrdînê operasyona leşkerî dan destpêkirin. Di encama vê operasyonê de gerîlayên HPG’ê Abdullah Akbaş (Zafer Bîlal) û Îdrîs Turan (Norşîn Bagok) şehîd ketin. Malbata gerîlayê HPG'ê Abdullah Akbaş ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiyê. Piştî karên fermî malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihak ber bi gundê Qizilbûrca Rihayê ve bi rê ketin. Cenazeyê gerîla Akbaş li gund ji hêla hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Girsê darbesta Akbaş danîn ser milê xwe û heta goristana gund bi rakirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîla Akbaş û dirûşmên wekî “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” meşiyan. Cenazeyê gerîla Akbaş bi dirûşman hat definkirin.
Malbata gerîlaya HPG’ê Semar Tunç (Jiyan Amara) ku di şerê 7’ê çileyê yê Çelê de şehîd ket, cenazeya keça xwe wergirtin. Cenazeya gerîla Semar li Tesîsa Bardakçilara ya di ketina Êlihê de ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Cenaze ji aliyê girseyake qelabalix ve bi karwanek wesayîta ku ji sedan wesayîtî pêk dihat birin bajaroka Kaniyahenê ya Êlihê. Kurdistaniyan darbesta gerîla Semar danîn ser milê xwe û bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Ey şehît xwîna te li erdê namîne”, “PKK tolhildan” û “Kujer Erdogan” heta ser goristanê meşiyan. Meş li ser goristanê bi dawî bû û cenaze sirûda çerxa şoreşê hat definkirin.
Xwişka Semar, Zayîde Aslahanli ser goristanê axivî û ev tişt anî ziman: “Bila serê Serok Apo, gelê me û hevalan sax be. Em êdî xwînê û dil êşandinê naxwazin. Bila aşîtiyek mayînde pêk bê. Em hêvîdarin kesê ku dilê me êşandin, dê yê wan jî ji yê me bêtir bi şewit e.”
Malbata gerîlayê HPG’ê Mehdî Kurt ê ku di 7'ê çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hatibû û 14 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata endamê HPG'ê Mehdi Kurt piştî nasnameya kurê wan diyar bû çûn Meletiyê û cenazeyê kurê xwe wergirtin. Malbatê piştî serî li dozgeriya Meletiyê dan û cenazeyê kurê xwe li Morga Nexweşxaneyê teşhîs kirin cenaezyê kurê xwe wergirtin û ber bi Wanê ve bi rê ketin.
DÎHA/RIHA- ÊLIH