Hunermend: Ji bo çareserkirina aloziya li devera Zînî Wertê, em bi lezgînî bang li Hikûmeta xwe, li Parlamena xwe û rayedarên serwer hemûyan dikin, em bang li Partiyên xwe PDK, PKK, YEKÎTÎ [YNK] dikin! Bi berpirsiyarî, li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tev bigerin, ji bo pirsgirêkên rûdayî bi dîyalog û şêwra hemdemî li çareseriyê bigerin! Platforma Hunermendên Kurdistanê li ser aloziya li Zînî Wertê daxuyaniyek da. Platformê xwest pirsgirêk bi diyalog û şewra neteweyî bên çareserkirin. Platformê hem bang li aliyên Kurdistanî û hem jî li rewşenbîr, rûspî, zanyaran kir ku di vê meseleyê de bi berpirsiyarî rabin û destwerdin aloziyê ji bo çareseriyeke bi diyalogê peyda bibe. Platformê bi bîr xist ku dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê li dijî miletê Kurd êrişa bi rê ve dibe û xebatên eskerî, siyasî, îstîxbarî, dîplomasî û aborî dimeşîne da ku destketiyên miletê Kurd tine bike. Platforma hunermendan wekî din bipêşketina giyanê neteweyî ji 2014’an û pê ve li Mexmûr, Şengal, Kerkûk, Xaneqîn û Kobanê bi bîr xist û got, “Lê gelekî mixabin, hêz û partiyên me, ji ber berjewendiyên xwe ên hizbî û bandorên hêzên serdest, ew fersend ji dest berdan, her wiha, nirxandin û xwendina paşeroja “cenga sêyemîn” li Rojhelata Navîn, bi xemxwariya netewî nêzîk nebûn e!” Platformê dagirkirina Efrînê, Grê Sipî, Serêkaniyê û gelek deverên stratejîk li başûrê Kurdistanê, bi cîh kirina bêhtirî 20-30 bargehên leşkerên Tirk li ser axa başûr jî weke “encama tinebûna yekrêzî û tifaqa hêzên Kurd” bi nav kir. Platforma Hunermendên Kurdistanê dibêje, “dewleta Tirk a dagirker, ji ber tinebuna yekrêzî, tifaq û şêwra yekîtiya neteweyî ya hêzên Kurdistanî di vî şerê qirkirinê de, li ser gelê me, gav bi gav êriş, komkujî, guhertinên demografîk û koçberiyê pêk tîne.” Platform dibêje, niha jî di vê konsepta dewleta Tirk a dagirker de dorgirtina li “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê heye” bi armanca ku birakujiyê di nava hêzên Kurdî de pêk bîne. Platform êrişên zêde dibin ên DAIŞ’ê li dijî Başûr, hewldanên xeniqandina Şoreşa Rojava, êrişên li dijî Herêmên Gerîla û yên bê navber ên li dijî Şengalê bi bîr dixe û dibêje, “Tevî ku başûrê welatê me, xwedî fermiyeta desthilatdarî û serweriyê ye, baregehên leşkerî yên dewleta dagirker, herweha di bin navê şirket û saziyên karmendan de, liv û tevgera sîxurî û îstîxbarata Tirk, bi her şêwazî amedekariyên têkbirina destkeftiyên gelê me dike! Têkbirina ‘hêzeke Kurd bi destê hêzeke Kurd’ xem û xeyala dewleta Tirk e! Aloziya di navera hêzên Kurdî de, berjewendiya dewleta Tirk a stratejîk e.” Aloziya li devera Zînî Wertê xema me ye Platforma Hunermendên Kurdistanê aloziya li devera Zînî Wertê jî weke tirsa miletê Kurd dibîne û dibêje, “Em di nava xemxurî û fikaran de ne, em dibêjin, gelo dîsa ‘şerê birakujî’ wê çêbe?! Em naxwezin bawer bikin, lê xem û metirsiyên civaka Kurd her roj bêhtir dibin!” Platform îşaret bi xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî dike û dibêje, ji ber krîza korona nexuyabûbin jî, ew xebatên xwe dewam dikin û li ser rewşa dawî jî wiha bang li aliyên Kurdistanî dikin: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser wargeha Maxmurê ku, ji ber vê êrişê welatiyê sîvîl şehîd bûne, şermezar dikin. Ji bo çareserkirina aloziya li devera Zînî Wertê, em bi lezgînî bang li Hikûmeta xwe, li Parlamena xwe û rayedarên serwer hemûyan dikin, em bang li Partiyên xwe PDK, PKK, YEKÎTÎ [YNK] dikin! Bi berpirsiyarî, li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tev bigerin, ji bo pirsgirêkên rûdayî bi dîyalog û şêwra hemdemî li çareseriyê bigerin! Herwiha, banga me ji bo hemu Partî û hêzên kurdistanî, mudexeleya çareserkirina pirsgirêkan bikin û di çareserkirina aloziyan de, bi erka xwe rabin.! Dîsa banga me ji bo ronakbîr, zaniyar, rûsipî û aqilmendên civakê hemûyan heye, destwerdan û mudexeleya çareserkirina aloziyan bikin!... Bimre dagirkerî Bijî Yekîtiya Neteweyî!” NAVENDA NÛÇEYAN