
Fîlîz Îlkay yekem hunermenda jin a li Tirkiyeyê ye ku li amaûra muzîkê dizgarê dide. Filîz sala 2008’an cara pêşî dizgar (weke tulum jî navdar e) ceribandiye. Lê belê pêrgî gotinên nexweş tê, kesen li derûdora wê jê re dibêjin, “Jinek nikare li dizgarê bide, li jinê nayê ev yek.” Lê Fîlîz xwe li van gotina nagire û sala 2011’an albuma xwe ya yekem ‘vîşne’ derdixe. Van rojan bi Fîlîz re kelecenake din heye. Stranên herêmên cuda li ber estrumana dizgarê dibêje. Di albuma ‘bi dizgarê re Anatol’ de du stranênên herêma Rojhilatê Behra Reş jî cih digirin.
Ev album xwedî taybetiyeke hêja ye. Ji ber ku beriya vê, kesî bi dizgarê stranên qedîm ên Anatolê ne jenandine. Album ji vî alî ve xebateke ceribadinê ye jî. Fîlîz Îlkayê diyar kir ku berê li ser sahneyan jixwe stranên anonîm lêdane, lê ji bo dizgarê bi terzeke din biceribîne xwe li jenandina wê girtiye.
Stranên berbelav bi dizgarê
Fîlîz Îlkayê destnîşan kir ku reaksiyonên heta niha erênî bûne û got, “Jixwe, mirov bi van stranan dizanin. Min xwest ez stranên herêmên cuda bi dizgarê bijenim. Heta li herêmên din mirov li ber lêdana dizgarê stranên xwe dibêjin.”
Rastî elaqeyeke mezin tê
Fîlîz û ekîba xwe nêzî du salan ji bo vê albumê xebitîn û ji bo ji kesên din re yên ku li dizgarê didin, bibin mînak vê xebata xwe girîng dibînin. Fîlîz Îlkayê got, “Di albuma min de dema min li dizgarê dida tiliyên min ditevizîn. Di albumên din de ev pirsgirêk nehat serê min. Albuma min ji aliyê guhdaran ve elaqeyek mezin dibîne.”
Hejmara jinên li dizgarê didin zêde dibe
Fîlîz îlkayê di dawiya axaftina xwe dest nîşan kir ku hejmara jinên li dizgarê didin, niha zêdetir bûye û got, “Ev hêvî dide min û min kêfxweş dike.”
Ji bo kesên dixwazin li mînakên ji albuma Fîlîz Îlkayê guhdarî bikin, dikarin di ser girêdana li jêr a youtube vê bikin:https://www.youtube.com/watch?v=8heH21AeIdU
Ji îqtîsadê ber bi muzîkê ve
Fîlîz li navçeya Rîzeyê Pazarê hatiye dinê. Ji Fakulteya Îqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê mezun bûye. Lîsansa xwe ya bilind li ser Îqtîsada Navneteweyî ya Zanîngeha Marmarayê de kuta kiriye. Di 5 saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Di salên dibistana amadeyî de bi Zeynettîn Maraş û Orkestraya wî re 6 salan bi xebatên koro û solo ya Muzîka Hunera Tirk beşdarî konseran bûye û perwerde bûye. Her wiha tevlî xebatên Koroya Pirdeng a konservatuara ÎTU bûye. Piştî salên zanîngehê bi dizgarê re elaqeder bûye û dest bi rêwîtiya xwe ya muzîkê kiriye. Li Komeleya Hemşîniyan ji bo ldana dizgarê perwerde bûye û konsera xwe ya yekem di şeva Hemşîniyan de pêk anî. Bi vê destpêkê re Fîlîz Îlkay bû yekem hunermenda jin a dizgarê.