Gundê Boxazê 20 kîlometre dikeve başûrê Kobanê û ji ji zêdetirî 150 malan pêk tê. Beriya êrîşên çeteyan derdora 600 kesî tê de jiyan dikir û bi çandiniya ceh, genim, kemûn, nîsk debara xwe dikirin. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser kantonê ku di 15’ê îlona 2014’an de destpê kirin re, gundê Boxazê jî di çarçoveya ewlekariyê de hate valakirin.
Piştî 5 mehan gund di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina herêmên Kantona Kobanê de hate rizgarkirin û şêniyên gund vegeriyan malên xwe. Lê çeteyan malên wan hemû talan û gund jî mayin kiribûn. Lewre jî li aliyekê dest bi sererastkirina malan kirin li aliyekê jî xeta parastinê ava kirin. Di vê çarçoveyê de ekîbên parastinê hatin avakirin û dest bi nobedariya gund hate kirin.
Welatiyê bi navê Birahîm Hemo derbarê vegerê û rewşa dawî ya gund de ev tişt anîn ziman: “Roja ku ez hatim, min got ‘ez ê mala xwe bibînin’ lê şervanan got ‘mal mayînkiri ye raweste heta ku mayîn jê paqij dikin’. 600 darên min yên zeytûnan hene, lê çeteyan berhemên wê berhev kirine û birine. Her wiha ceh û genimê me bi tonan di gunde mabû, çeteyan ew jî biriye. Çeteyan malê me ku her yekê herî kêm buhayê 3 milyon lîreyê Suriyê tê de bû, talan kirine. Bila giş bi qurbana şervanên YPG/YPJ`ê bin. Ya girîng niha em vegeriyan gundê xwe, em niha di şoreşê de ne, helbet em dê zext û zoriyê û koçberiyê jî bibînin. Wê bedelên giran jî werin dayîn. Bi saya şervanên YPG`ê û şehîdan em îro li gundê xwe vegeriyan. Me qet bawer nekir ku em ê vegerin.”
Hemo got ku wan piştî vegerê ji bo parastinê ekîp ava kirine û wiha dom kir: “3 komên me hene û her yek ji wan ji 5 kesan pêk tê. Her komek 3 saetan nobeta gund digire.”
Hemo da zanên ku li gund pêdiviyên jiyanî nîn in, lê hemû pêdiviyên wan yên jiyanî yên wekî xwarin û vexwarinê ji aliyê şervanên YPG`ê têne pêşwazîkirin.
Hemo bang li gelê Kobanê kir ku vegerin warê xwe û li kêleka şervanên YPG`ê parastina mal û milkên xwe bikin.
DÎCLE MUSA/ANHA / KOBANÊ