Di vê hejmarê de jî wekî hejmarên borî gelek nivîsên xurt û tehm xweş hene. Kovarên wêjeyî û ramanî ji bo gihandina nivîskaran, ji bi gihandina edîban bêguman amûrên gelek qedirbilind in, nemaze jî ji bo zimanekî wekî Kurdî ku kok û şaxên wî heta hezaran salan diçe. Kovarên ku bi Kurdî jî dertên ku bi kedeke gelek mezin tên amadekirin ji bo pêşketina ziman amûrên herî bi kêr hatîne. Di nava kovarekê de ku em li vir behsa yên wêjeyê dikin; her celeb nivîsên wêjeyî hene ji pexşanan bigire, heta helbestan, ji cerebeyan bigire heta bi çîrokan gelek nivîsn ku asoya kesên ku dixwînin fireh dikin hene. Kovara W jî yek ji wan kovaran e ku di sala xwe ya 9'emîn de bi hejmara xwe ya 46'emîn dîsa bi nivîsên celeb bi celeb gelek alternatîf li ber xwendevanê datîne. 


Dosyaya li ser Kovargeriya Kurdî
Di kovarê de dosyaya li ser Kovargeriya Kurd a di serdema Osmaniyan de bi awayekî modern dest pê kir û vir ve bi dehan kovarên siyasî, wêjeyî û aktul hatin derxistin. Lê kovargerên Kurdî ligel kar û barê kovargeriyê gelek kar û barên din jî dikirin. Kovara W'ê jî bi vê dosyaya xweve bala xwendevanên xwe dide ser peresîna kovargeriya Kurdî. Di dosyayê de gelek nivîsên li ser kovargeriyê hene ku Samî Tan bi nivîsa xwe ya 'Çarenûsa Zendê jî girêdayî çarenûsa gelê Kurd e', Ferhatê dengizî bi 'Berxwedana rohnahiyê', Asya Genim bi 'Kovara Çirûskê', Suleyman Çevîk bi 'Di kovargeriya Kurdî de cihê Nûbiharê', Kenanê Nado bi 'Di kovargeriya ciwanan de kovaroka xwendekarên zanîngehan a zanistî wêjeyî û hunerî pênGAV', Nesîrn Navdar bi 'Di kovargeriya Kurdî de rewşa kovarên zarokan', Serwet Denîz bi 'Kovargerî yan kovarkujî', Bulent Gedîk bi Sansur û kovargeriya Kurdî' û Dilawer Zeraq jî bi 'Kovargeriya kurmancî û ranêzikiyên zimanî' dosyayê dewlemend kirine.  

 DÎHA/AMED