MUSTAFA MENGE


Bijîşka malê ya li bajarê Elmanyayê Giessenê, Kristina Haenel bi îdîaya reklam kiriye ji bo jiberxwekirina zarokan û beriya dema wê bi dawîkirina bihemilbûnê, hat dadgehkirin û ceza lê hat birrîn. Dadgeha Sulhê a Giessenê 24’ê mehê bi îdîaya ku wê kiriye jiberxwekirina zarokê weke tiştekî normal di nava civakê de xuya bike, 6 hezar euro cezayê pere li Kristina Haenel birrîbû. Seroka komeleya pro familia Hamburgê Kersten Artus şêwirmenda Kristina Haenel bû di dozê de û ew di heman demê de çavdêra dozê û organîzatora xwepêşandanê ji bo piştgiriya Kristina Hanel e.



Em bi Kersten Artus re peyivîn û me jê pirsî ka çawa li welatekî mîna Elmanyayê, dadgehekê karî biryareke bi vî rengî bide: “Dadger û dozgerê qet ji destpêkê ve jî veneşartin ku ji bo wan di navbera agahdarkirina li ser jiberxwekirina zarokê û reklama wê de ti ferq nîne. Wekî din diyar bû ku ew vê weke destwerdaneke tibî ya normal jî nabînin. Wekî din nabe ku mirov li raya giştî vekirî behsa jiberkirina zarokan bike. Bi kurtî, vê hemû bi hev re rê li ber cezabirrînê vekir. Bi ser vê de jî ez bibêjim, heta roja me ya îro jî hîna ji ber xala 219a´yê ti kesî beraet nekiriye.”

Ev xala 219a´yê ya qanûna ceza ya Elman, qaşo li dijî “reklama ji bo bidawîkirina beriya dema xwe ya bihemilbûnê” ye. Heta niha di nava civaka Elman de gelekî tê minaqeşekirin û heta gelek caran weke qanûneke ji “Kelevajîstanê” hatiye bi nav kirin.


Dadger ne behremend bû

Li ser pirsa ka wê hesabê cezabirrînekê kiribû yan na, Kersten Artus dibêje, “Dawîanîna li bihemilbûnê ne tiştekî xweş e, lê normal e. Mirov vê qebûl neke, bi rastî ecêb e. Min hêvî kir ku dadger wêrek be, meydana li ber xwe a keysê bi kar bîne û rastiyan qebûl bike. Berê paragrafa 219a´yê weke bermahiyeke ji rabihuriyê hat nirxandin. Di sedema înternetê de mirov nikare xwe li wê yekê deyne ku mirov dikare agahdariyan bitepisîne, meydanê li wan teng bike. Wekî din jî mafê jinan ê agahdarbûnê û azadiya pîşeyî ya bijîşkan li dijî 219a´yê ne. Lê mixabin, dadger ne xwediyê vê behremendiyê bû ku xwe ji vê reûresma heyî ya biryardardayîna hiqûqê bibihurîne.”

Ji ber ku xala qanûnê ya 129a´yê bi xwe ne li gorî azadiyên gerdûnî yên agahdarbûnê û azadiyê pîşeyî ye û bi ser de jî cudaker e beramberî jinan, roja biryar hatî dayîn jinan li bajarê Giessenê ji bo piştgiriya bi bijîşk Kristina Haenel re xwepêşandanek bi rê ve birin. Jin vê biryarê weke êrişekê li dijî mafê xwe dibînin. 


Divê 219a bi temamî ji holê rabe

Baş e, çima li welatekî ku di warê azadiyê ferdî de haha pesnê xwe dide, agahdarkirina li ser jiberxwekirina zarokan qedexe be, li gorî Kersten Artus, “ya rastî mirov dikarin bi berfirehî îro agahdar bibin li ser bidawîkirina bihemilbûnê, bi şertê ku karê madî jê nekin. Li eyaleta Hamburgê mesela, di danasîna xwe ya li ser înternetê de her weha lîsteyeke hemû bijîjk û înstîtusyonên ku karê jiberkirina zarokan dikin, heye. Ez nizanim çima eyaletên din vê nakin. Krîmînalîzekirina bijîşkên agahdar dikin li ser mijarê dikare bi tenê ji holê rabe, heger 219a ji holê bê rakirin.”


Tevgera azadiya jinê wê her mezin bibe

Ji bo ku weke mînak nîşan bide ku qedexekirinên li ser jiberxwekirinê û zêdebûna hejmarên jiberxwekirinê bi hev ve neelaqedar in jî mînaka Kanada nîşan dide ku lê qedexeyên li ber jiberxwekirina zarokê bi tevahî hatin betal kirin: “Hejmara bidawîkirina bihemilbûnê beriya dema xwe, li Kandayê bi carekê kêm bû, pê re jî mirina dayikên zarokan tînin dinê.” 

Piştî piştgiriya bi Dr. Haenel re, ji bilî xwepêşandanan 130 hezar îmze hatin berhevkirin, niha guhertina qedexe û qanûnê elaqedarî jiberxwekirina zarokê hene; Seroka Pro familia Kersten Artus dibêje, “Hevgirtineke medenî li dijî paşverûtî û qalibperestiyê divê 219a´yê bide erdê. Ji bo vê ez hêvî dikin, partiya lîberal FDP û ya Xiristiyan DEmokrat CDU jî cihê xwe di navê de bigirim. Tevgera azadîxwaz a jinê a ku hemû nifşan dihewîne hîna nû dest bi rêya xwe kir. Lê belê hêzeke wê ya gelekî xurt heye. Ew ê demdirêj be. Ew her mezin bibe.”