Şaredariya Gel a bajarê Minbicê dest bi pêkanîna projeya ronîkirina bajar bi enerjiya rojê kir. Şaredarî vê projeyê di nav plansaziya xwe ya ronîkirina kolanan de li gel qutbûna domdar a elektrîkê, bi taybetî di zivistanê de, pêk tîne.

Li gorî projeya ku Şaredariya Gel a Minbicê daniye, komên kar ên girêdayî wê, dest bi kolana zemînên stûnên elektrîkê li nav kolanên bajêr kiriye.

Di projeyê de tabloyên wergirtina (mijandina) enerjiya rojê tên bikaranîn da ku sûd ji enerjiya rojê di peydakirina ronîkirinê de bê girtin.

Li gorî berpirsên projeyê, ev rêbaz, ronîkirina kolanan di şevê de li gel qutbûna domdar a elektrîkê jî bi taybet di zivistanê de, peyda dike.

kom û ekîpên kar niha li kolana El-Rabîte li navenda bajêr dixebite û dê xebatên xwe bidomîne heta ku tevahiya taxên bajêr ronî bike.

 

ANHA / MINBIC