Mamosteya erbanê Rûken Aydemîr dibêje, divê jin zincîrên li dora xwe biqetîne û got, “Lêxistina min ya li erbanê, hêvînemana min a jiyanê ji holê rakir. Erbane qîrîna bêdengiya jinê ye.”
Rûken Aydemîr li Saziya Çand û Huner a Mordemê mamosteya erbanê ye. Samî Hosseinê ku Şefê Koma rîtmê ya Ahûra ye, Rûken perwerde kiriye. Rûken, derbarê têkiliya jin û muzîkê de dibêje, jin herî zêde xwe bi muzîkê îfade dikin. Rûken ji bo xwe jî dibêje, “Min erbane ji bo xwe wek hêviyê dît û di jiyane min de cihekî bi wate girt. Min bi rîtmên erbaneyê bêdengiya jiyana xwe şikand.”
Rûken balê dibe ser erbanê di nava civakê de jî: “Bi saya kesên qîmet bi erbanê dane, erbane hatiya heta roja me ya îro. Bêguman herî zêde di nava Kurdan de xwedîderketina li erbaneyê heye.”
Rûken di dawiya axaftina xwe de balê dibe ser têkoşîna jinan û 8’ê Adarê, û dibêje, “Di jiyana her kesî de seknek û xalek heye. Em jin di serî de zincîrên ku di dilê xwe de û piştre jî zincîra ku li dora xwe biqetînin. Ji bo xwe û ji bo jinên derdora xwe têbikoşîn. Lewra ji bo vê tekoşînê çi ji destê jinan were pêwist e ku bi hev re bikin. Em heta bigihijin armanca xwe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê di 8’ê Adarê de li meydanan li dijî bindestiyê dengê xwe bilind bikin.”
JINNEWS/AMED