Çalakiya HDP’yiyên hilbijartî ya ji bo Leyla Guven a li ber avahiya KE’yê doh jî dewam kir. Hilbijartiyan xwest ku CPT û PMKE rayeyên xwe li ser Tirkiyê bixebitînin.

Gelek HDP’yiyên hilbijartî ku di nav wan de parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiyê hene, ev çar roj in li ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) ku rûniştina Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewrûpayê (MPKE) lê didome, çalakiyê dikin.

Di nav hilbijartiyan de wekîlên berê Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk, Tugba Hezer Ozturk Kemal Aktaş, Nursel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp û Filîz Koçalî jî hene.

Hilbijartiyên ku saet 08.00’an li ber KE’yê hatin cem hev, xwest ku KE di ber Leyla Guven de bixebite.

HDP’yiyan bi pankartekê bal kişand ser rewşa lezgîn ya Leyla Guven a ku ev 79 roj in li dijî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê de ye û bi dirûşmeyan xwest ku bi lezgînî tevbigerin.

Li dijî zextan ji bo demokrasiyê

Sîbel Yîgîtalp çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan, Strasbourgê û Hewlêrê, Welatê Galiyan bi bîr xist û got, ‘’Hevalên me yên ku ji polîtîkayên berdest ên Tirkiyeyê nerehet in û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê hewl didin di greva birçîbûnê de ne.’’ Yîgîtalp got grevên birçîbûnê li dijî polîtîkayên zextê û îmhayê bi armanca parastina demokrasiyê ne.

Karê Tirkiyeyê şantaja siyasî ye

Yîgîtalp got, ji bo ku daxwaza Leyla Guven a mirovî, exlaqî û hiqûqî îfade bikin, ji bo ku MPKE li gorî rêgezên ku hiqûqa navnetewî şert danîne, hewl bide, ew çalakiyê dikin.

Yîgîtalp got mafê Ocalan ê ku malbata xwe û parêzerên xwe bibîne, ku divê nebe mijara nîqaşê jî, hikûmeta AKP’ê kiriye mijara ‘şantaja siyasî’ û wiha peyivî: ‘’Ev şantaja siyasî Tirkiye aniye ber kaos û krîzeke giran.’’

Yîgîtalp got gel li Ocalan xwedî derdikeve, bi milyonan mirov daxwazname dane Meclîsa Tirkiyê û gotine, ‘’Ocalaan vîna min e’’ û di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de, ya ku Ocalan dayî destpêkirin, şer tinebû.

Divê KE û CPT bi erka xwe rabin

Yîgîtalp got, divê KE û CPT ya ji bo ku pêşî li êşkence û binpêkirina mafan bigire hatiye avakirin, li dijî dewletên ku tecrîdê dikin, zextê bikin: “KE û CPT mecbûr in ku têkilî vê bi berpirsyariya xwe rabin. Berpirsyariya MPKE’yê jî heye. Helbet Tirkiye jî divê li gorî peymanên navneteweyî biçe, ku îmzeya wê li ser wan heye. Em ji bo ku peywira wan bi bîr bixin, li vir vê çalakiyê dikin.’’

Çalakiya hilbijartiyan a greva biçîbûnê îro wê bi dawî bibe.

 

STRASBOURG