Tevgera jinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cara yekemîn di sala 1996’an de koverek bi navê Roza derdixin û di sala 2000’î de navê kovarê diguherînin û dikin ‘Dengê Jinên Azad’. Tevgera jinan ji ber astengiyên pergalê herî dawî di sala 2008’an de kovara xwe ya bi navê ‘Dengê Jinên Azad’ fesh dikin, kovara bi navê ‘Hêviya Jinê’ derxistin û bi vî awayî dengê jinan li dijî tundiya zilam û dewletê gihandin her derê.
Tevgera jinan a ku di meha tîrmehê de ‘Kovara Hêviya Jinê’ fesh kir û dest bi xebatên kovareke nû kir, di encama xebatên 4 mehan de koverek bi navê ‘Kovara Jinên Azad’ derxist. Kovara ku ji 62 rûpelan pêk tê hejmara wê ya yekemîn bi dirûşma ‘Tundiya zilam bîrdozî ye, parastina cewherî rewa ye’ di 3’yê mijdarê de dê were çapkirin. Kovara ku navenda wê li Amedê ye dê ji 2 mehan carekê derbikeve. Hejmara kovarê ya yekemîn dê di 15’ê mijdarê de bigihêje ber destê xwendevanan. Der barê kovarê de berdevka Kongreya Jinên Azad Ayla Akad Ata û edîtorên kovarê Şîmel Çam û Mizgîn Mûsa ji rojnameya me re axivîn, xebat, naverok û armanca kovarê vegotin.
Kovara jinên bindest
Berdevka KJA’yê Ayla Akad Ata got ku Kovara Jinên Azad kovara hemû jinên bindest e û hemû jinên ji netewe û baweriyên cihê dikarin xwe di Kovara Jinên Azad de bibînin. Ata bi lêv kir ku tevgera jinên azad her dem dengê jinan bi kovaran jî daye bihîstin û wiha axivî: “Em bi perspektifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bîrdoziya rizgariya jinan gihîştin asta rêxistinbûyina KJA’yê. Jin çiqas bi rêxistin bibin dê ewqas nêzîkê azadiyê bibin. Me bi Kovara Jinên Azad xwest xwe bigihînin aktualiteyê û serkeftinên xwe yên ku me ji perspektifa birêz Ocalan û bîrdoziya rizgariya jinan girtiye bixin serkeftiyên hemû jinên cîhanê.”
Dê xîtabî jinên cîhanê bike
Edîtora Kovara Jinên Azad Şîmel Çam jî diyar kir ku bi 7 hevalên xwe re beriya 4 mehan dest bi xebatên Kovara Jinên Azad kirine û wiha got: “Beriya niha kovarên rêxistinên jinan ên bi navê Dengê Jinên Azad û Hêviya Jinê hebûn. Kovara Hêviya Jinê piranî xitabî jinên Kurd dikir. Ji ber vê yekê di meha tîrmehê de me ew fesh kir û bi armanca ku xîtabî jinên Tirkiye û Rojhilata Navîn bike me dest bi xebatên Kovara Jinên Azad kir.”
Xalên xweseriya demokratîk
Çam da zanîn ku dê kovar bi zimanê tirkî û zaravayên zimanê Kurdî soranî, zazakî û kurmancî dê derbikeve û wiha pê de çû: “Naveroka kovarê piranî nîqaşên li ser 9 xalên ji bo înşaya xweseriya demokratîk û xebatên Kongreya Jinên Azad e. Di dîrokê de jin tim ji aliyê hevjîn, bav, bira û dewletê ve rastî tundiyê hatiye û nehatine hesibandin. Li Kobanê jinan li dijî tundiya zilam û dewletê berxwedaneke bêhempa derxist holê û xwe parastin. Dîsa li dijî vê hişmendiyê niha li bajarên wekî Cizîr, Farqîn, Gumgum, Gever, Silopî û Nisêbînê jî jin xwe diparêzin. Ji ber vê yekê mijara hejmera 1’emîn a kovarê tundiya li ser jinê û li dijî vê tundiyê xweparastina jinan e.”
Çam got ku ew hêvî dikin kovara wan bibe dengê jinên Rojhilata Navîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kovar dê bi xwedî derketinê mezin bibe û divê hemû jin bi ruhê çawa ku dayikek zaroka xwe hembêz dike kovarê hembêz bikin û lê xwedî derkevin û li her devera cîhanê belav bikin.”
‘Desthilatdariya zilaman bişikînin’
Edîtora Kovara Jinên Azad Mizgîn Mûsa jî der barê derketina kovarê de nêrînên xwe bi me re parve kir û wiha axivî: “Em bi Kovara Kongreya Jinên Azad dixwazin tiştên ku jin di hundirê xwe de dihêlin bînin ziman û dengê wan bigihînin her deverê. Em di wê baweriyê de ne ku jin bi kovara me dê desthilatdariya zilaman bişikînin û li gorî fikir û ramanên xwe bijîn. Ji bo vê yekê jî ez hêvî dikim ku hemû jin dê li kovarê xwedî derkevin”