Ji bo yekîtiya Kurdan
rola Ocalan
Xidir îşaret bi parçekirina Kurdistanê kir û got: “Tenê ev fikra şoreşgerî û sosyalîzma demokratîk dikarin yekîtiya Kurdan çêkin û her çar parçeyan bikin yek. Wan ev fikr ji bo xwe tehlûke dît û bi dehan dewlet bi hevre ketin tevgere ji bo vê fikrê bitemirînîn.”
Xidir Salih di dawiyê de wiha axivî: “Lê wan nizanîbû çend însan bi vê fikrê û felsefeyê bandor bûne, tenê ne Kurd, gelek mirovên cûr bi cûr jê bi bandor bûn.”
Bi fikra Ocalan Êzîdî
jiyanê ava dikin
Endamê Meclisa Avaker a Şengalê Xelîl Hecî jî bêbextiya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û wiha domand: “Dema Birêz Ocalan berê xwe da dewletên Ewrûpayê, xwest qêrîna gelên bindest bide naskirin, li rastî komployeke bêbext hat. Ew dewlet hemû bûne amûrekî komploya bêbext.”
Hecî balkişand ser planên komplogeran û got; “Em dikarin vê pir eşkere bibêjin ku ji derveyî civaka Kurd, ji gelek civakên din jî îro xwe li gorî vê fikra Ocalan bi rêxistin dikin. Bi taybetî jî civaka me ya Êzîdî di bin fikr û felsefeya wî de xwe bi rê ve dibe û jiyanê dide avakirin. Dewletên dagirker hemû ji fikra Ocalan ditirsiyan. Lê ne mumkin e ku çi hêz karibe pêşiya vê fikrê bigire.”
Endamê Meclisa Avaker a Şengalê Xelîl Hecî di dawiyê de got: “Dîlgîrtina Birêz Ocalan nebû sebeba têk çûnê, berevajî bu sebeba têkoşîneke xurttir. Ev 18 sal in ku di zindana Îmraliyê de li hemberî hemû êrişan li ber xwe dide û bêhtir giringî daye civaka bindest û nexasim giringiyêke mezin dide civaka Êzîdî. Îro li çiyayê Şengalê zarokên Êzîdî li gorî felsefeya Birêz Ocalan xwe perwerde dikin û xwe bi rê ve dibin. Ez careke din dibêjim, serkeftin a Birêz Ocalan e, serkeftin serkeftina gelên bindest e.”
RIZGAR DENİZ / DELÎLA DILAN
ROJNEWS / ŞENGAL