
Piştî gengeşeya 15’ê Tîrmehê ya ji bo serdestbûnê di nava desthilatdarên dewleta Tirk de qewimî di televîzyonên Tirkan de rêzefîlmên ji bo Kurdan dijminane, faşîst û bi leşkerên Tirk ên li Kurdistanê şerê Kurdan kirî, hûnandî; bi awayekî darîçav li ser ekranan rêzefîlm tên gerandin.
Li cihê ‘Anadoludan Görünüm’ (Xuyaniya ji Anatolyayê) ku wek belgefîlm dihate pêşandan û talankeriya leşkerên Tirk li Kurdistanê wek egîdiyê vedigot, di salên 2000’î de ji aliyê TV’yên rêxistina Fetullah Gülen ve rêzefîlmên ‘Şefkat Tepe’ (Girê Rehmdar) û ‘Tek Turkiye’ (Yek Tirkiye) bi heman awayî talankirina leşkerên Tirk a li Kurdistanê dihate ser ekranên TV’yên Tirk. Di roja me ya îro de jî bi awayekî xurttir û gelemperî li ser ekranan bi rêzefîlmên wek ‘İsimsizler’ (Kesên bênav), ’Söz’ (Soz), ‘Savaşçı’ (Şervan) dewleta Tirk dixwaze rêçên talankirina xwe yên li navçeyên Kurdan bide jibîrkirin.
Senaryo ji pênûsa Soylu der tên
Şêwirmendên van fîlman kesên wek Mete Yarar ê sucdarê şer û kevneleşker Abdullah Agar in. Ev rêzefîlm li platoya fîlman a li Konyayê ku bajarekî Tirkan e, dihêne kîşandin ku ev plato mîna Cizîr, Nisêbîn û navçeyên din ên Kurdistanê hatine li hev kirin. Gava mirov dêhnê xwe dide naveroka van fîlman, têdigihîje ku ev nivîsar ji pênûsên Suleyman Soylu ango wezîrê karê hundir ê Tirkiyeyê, Cem Küçük ango İbrahim Karagül der çûne. Her wiha mirov teqez dike ku ev rêzefîlm axaftinên Serokkomarê Tirk Erdoğan in ku êvarî bûne çîrok û li ser ekaran digerin. Fermandariya Giştî ya leşkerî ya Tirk ji bo van rêzefîlman alîkar e ku di Kanal D’yê de navê İsimsizler, di Star TV de Soz û di Fox TV de Savaşçi li xwe dike; fermandarî heta bi wê yekê diçe ku derfeta bikaranîna Skorskyan jî dide fîlmçêkeran.
Fermandariya Giştî ya leşkerî ya Tirk pesend dike
Li gorî daneyên malpera nûçeyan ên ‘Gazeteduvar’ kesên senaryoyeke bi vî rengê li dij Kurd dike tûrikê xwe, berê xwe dide erkana giştî ya leşkerî ya Tirk ji ber ku pêşî ji vir destûrê bigirin.
Ji bo pereyan çêdikin
Her çendî ya ku berê fîlmçêkeran dide xebatên wisa, alîkariya artêşa Tirk be jî ya rast ew e ku Wezareta Parastinê ya Tirk di bin navê peredayîna veşartî de ji bo rêzefîlman budçeyê dide fîlmçêkeran.
Li aliyê din li gorî kesên bi van karan re elaqedar, diyar dikin, bi piştevaniya Wezareta Giştî ya Çapemenî û Weşanê ya Tirk, 6 rêzefîlmên din ên bi vî rengî wê bêne ser ekranan.
NAVENDA NÛÇEYAN