Festîvala filman a li bajarê Elmanyayê Tubingenê, bi navê Dinyayên Jinê bi destê Terres des Femmes (Dinyayên Jinan) ve tê organîzekirin. Mijara festîvalê jî “Berxwedana li dijî tundrawiya dînî”, “şideta cinsî weke çekekê di şer de” û “Diyalogên Dê û Keçan” in. Di festîvalê de filmên metrajdirêj, kurtefilm û belgefilm tên nîşandan.

Jiyan û têkoşîna jinên Kurd jî di festîvalê de gelek caran wê bibe mijar. Di dema festîvalê de pêşangeha wêneyan a bi navê “Rojava – Bihara Jinan” a Annett Bender a rojnamevan û wênegir û Meike Nack a nûnera Weqfa Jina Azad a Rojava bê nîşandan. Di festîvalê de sê kurtefilmên bi navê “Lêdan”, “Zewac” û “Zilma zilam” ên Komuna Filman a Jinê bên nîşandan, ku weke filmên kampanya li dijî şideta beramberî jinê hatine sêwirandin. Her wiha filma li ser Gundê Jinê, Jinwar jî di festîvalê de tê nîşandan. Di nîşandan van filman yekem û vekirina pêşangehê de, di panela piştî pêşandanê de Meike Nack li ser Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinê peyivî û beşdar hem erênî ecêbmayî man û hem jî bipêşketina bi lez a li Rojava tesîr li wan kir.

Di çarçoveya festîvalê de filma Reşeba ya derhêner Hussein Hassan, belgefilma “Girls’ War – Şerê azadiyê ya jinên Kurd” a derhêner Mylene Sauloy jî tên nîşandan.

Pêşnageha wêneyan a “Rojava – Bihara Jinan” wê heta 29.Mijdara 2017´an li hola Kino Museum wê dewam bike.

Filma Reşeba sibe saet 18:00´an li Kino Museum û belgefilma “Girls’ War – Der Freiheitskampf der Kurdinnen jî îro saet 16:00´an li Kino Museumê bê nîşandan. 


TUBINGEN