Bernameya dermankirina trawmayê bi huner û muzîkê “Ji Mexdûran ber bi Serketiyan ve”: Li gorî vê mexdûr û kesên trawmabûyî bi muzîk û huner miamele dikin bi trawmaya xwe re.

Organîzasyona Emma ya li dijî şideta cinsî, rûniştinên dermankirina bi huner organîze dike ji bo mexdûrên yan jî saxfilitiyên fermana 3´yê Tebaxa 2014´an, hewldana qirrkirina Êzîdiyan. Wê di destpêkê de hewl da bi terapiyên ferdî karê xwe bimeşîne, lê di demeke kurt de pê hisiya, trawma kolektîf e û tedbîrên kolektîf divên.

Wekî din jî ne tenê rêbazên konvensiyonel, lê rêbazên nû jî bi kar anîn. Huner bi giştî û xasma muzîk û xêzkirin jî bi kar anîn. Di yekê ji rûniştinên dermankirina bi hunerê de yekê ji saxfilitiyên Êzîdî portreyeke hevala xwe xêz kiriye; hevala wê ku ji bo xwe ji destavêtina DAIŞ´iyan xilas bike, xwe kuştiye. Yeke din jî resmê minminîkan xêz kiriye, ji ber ku xewna wê ya herî mezin ew  ku bi firê bikeve û biçe.

   

QSD´ê 23´yê Adarê da zanîn ku wê DAIŞ di warê eskerî de têk biriye; lê mexdûrên qirrkirinê hîna li Başûrê Kurdistanê bi xewnereşkên wê re dijîn. Hîna jî trawmayê giran li ser mexdûr û saxfilitiyên Êzîdî hene. Psîkyatrîst dibêje sala 2014´an 3 jinên Êzîdî yên ji DAIŞ´ê hatin rizgarkirin, paşê xwe kuştin. Ew hevdamezrênera Rêxistina Emma ye, ev rêxistin jî li dijî şideta cinsî kar û xebatê dimeşîne. Resûl hevdamezrênera din a Emmayê, Bahar Alî bi hev re ji hingê ve tevahiya karê xwe ji bo desteka psîkolojîk û dermankirina trawmayê terxan dikin.

Ew dibêjin “Trawma kolektîf bû, ji ber wê jî tedbîrên kolektîf diviyan ji miameleya pê re.” Ew bi Lalişê re û aktîvîstên li Lalişê re xebitîn da ku saxfilitî tecrîd nebin yan jî kêmtir tecrîdkirî bin.

Wekî din cil û bergên spî dirûtin û dan jinên Êzîdî, nîşaneke nasnameyî û ya paqijiyê ji bo Êzîdiyan. Emmayê merasîmên şîngirtinê yên kolektîf jî girîng dîtine: “Piştî merasîman min dît çi qasî bêhtir bi wan re hêvî çêbûye” ji gotinên Bayan Resûl in.

Hêza huner û muzîkê

Lê dermankirina trawma zehmet bû û derfet jî kêm. Ji ber wê jî wan dermankirinên alternatîf ceribandine bi bernameyekê: Ji Mexdûran ber bi Serketiyan ve. Li gorî vê mexdûr û kesên trawmabûyî bi muzîk û huner miamele dikin bi trawmaya xwe re.

Bi lêxistina defê, bi gotina stranên Êzîdiyan jî vê yekê li navenda Rêxistina Emma ya li Şerîa ya nêzîkî Dihokê dikin.

Nêzî wir, wargeheke penaberan heye ku qederê 20 hezar kesan dimînin û pirraniya wan Êzîdî ne. Katrîn a ji Şigalê ya 18 salî beşdarî vê dermankirinê dibe û dibêje, “Me bihîst komek heye stranên Kurdî û yên Êzîdiyan dibêjin. Ji ber wê me gelekî dixwest tevlî wan bibin. Min xwest alîkariyê bikim bi civaka xwe re ku çanda Êzîdî belav bike.”

Lê li navendê wekî din bernameyên muzîkê, wêjeyê, dersên xwendinê, hunerê destan, dersên çêkirina dîzikan û xwarinê hene. Kordînatora bernameyê Behdînan Asan dibêje, “Bernameyên huner û muzîkê girîng in ji ber ku ew alîkar in bi jinên ciwan û keçan re da ku pirsgirêkên xwe ji bîr bikin û miamele bikin bi tecrûbeyên xwe yên trawmayê re. Armanca me ye ku em civaka Êzîdî bînin cem hev, da ku karibin tecrûbe û hestan bi hev re parve bikin.”

Jixwe stran û zêmar ji rêresma Êzîdiyan in da ku trawmayên nifşan her û her bibêjin, bi bîr bînin. Bayan Resûl dibêje, “Muzîk dikare gelekî dermanker be. Lêxistina defê jî gelekî b kêr tê ku mirov hestên xwe bide der. Erbane dike ku mexdûr û saxfilitî hêrsa xwe jî bidin der.”

Ji bo xweîfadekirina giştî jî huner û xêzkirin gelekî bi kêr tê ji ber ku pirraniya jinan ne xwende ne û nikarin bi nivîsê vê bikin.

 

DIHOK