Heyva Sor a Kurdistanê, bi destpêka meha Remezanê, kampanyayeke alîkariyê da destpkirin. Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyan hemûyan kir û got, "Em fitre û zekatên we ji mexdûrên lehiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê re bişînin." Meha rojiyê Remezan vê duşemê dest pê dike û Heyva Sor a Kurdistanê ji bo vê kampanya alîkariyê da destpêkirin: "Em hêviyên gelê xwe yên alîkariyê bi cih bînin, birînên wî bipêçin. Ji bo ku em wezîfeyên xwe yên meha Remezanê bi cih bînin, em alîkariya mirovên xwe yên hew ce bikin. Em fitre û zekatên we ji mexdûrên lehiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê re bişînin."

Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku fitre serê şexs îsal herî kên 10 euro ne. Ji bo agahî û hejmarên hesabê alîkariyê ji malpera li jêr mirov dikarin xwe bigihînin Heyva Sor: http://www.heyvasor.com/tr/fitr-2019/ 

 NAVENDA NÛÇEYAN