Di nava vê tevliheviya di Rojhilata Navîn de êdî li gorî rewşa nû mêzênên hêzan jî tên guhertin û dostên doh dibin dijmin û dijminên doh dibin dostên îro.
Di nava vê xirecirê de û bûyerên rojane yên li Rojhilata Navîn diqewimin ku heta niha di encama serhildanên gelan de gelek rejîmên van welatan hatine rûxandin. Vê yekê bandor li ser têkiliyên hêzên vê herêmê jî kir. Wekî mînak Têkiliya Tirkiyeyê ya ku digot sifir problemê me bi cîranan re heye û heta niha dikare polîtîkayên durû bike êdî ew polîtîka nema dimeşiya û divyabû hin hêzan razî bike û hin hêzên din jî bixeydîne. Ew siyaseta ku herdu aliyan razî bike nema dimeşiya. Mînaka herî berbiçav jî têkliyan Tirkiye bi Sûriye û Îranê rebû. Ev têkliya dostanî ya bi herdu welatan re bû qurbana rola ku Amerîlkayê daye Tirkiyeyê bû pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a ‘Demokratîk’. Lewre Îranê j îli gorî van sererastkirinên nû dixwaze tevbigere û xwe bi hêza xwe ya nukleerî û çekdarî biparêze.
Îranê dîsa gefên wekî heke Israîlê êrîşî me bike, ‘Emê Israîlê ji ser rûyê erdê hilînin’ da. Îranê got ku ew dê hin ceribandinên fuzeyên lûle dirêj bikin ji bo derbaskirina mertalên fuzeyên ên li hin welatê nêzî wê hatine bicihkirin. Li gorî ajansa Iranê general Emîr Alî Hacî zade serokê hêzên ezmanî ên parêzvanên şoreşa İslamî ya Îranê gotiye ku heke Israîlê hewl bide ku êrîşekê li dijî Îranê pêk bîne ew dê bibe dawiya wî welatî. Her wiha Zade da xuyakriin ku dê welatê wî hin ceribandinên fuzeyan yên nû bike.
Piştî ku Yekitiya Ewropa (YE) kirîna petrola Îranê û karûbarên sîgortayê yên tankerên petrolê tînin, rawestand, rêveberiya Tehranê ragihand ku ew ê tedbîqeta fuzeyên lûlledirêj bike. Di daxuyaniya ji aliyê rêveberiya Îranê ve hat dayîn de hat gotin ku dê di tedbîqata ku îro dest pê bike de, fuzeyên Arm ên li hemberî radara fuzeyan a NATO’yê ya li Meletiyê hatiye danîn bên ceribandin.
Fermandarê Hêzên Hewayî-Fezayî ya Şoreşa Îranê Emîr Hecîzade ragihand ku ew ê di tedbîqata îro de gelek fuzeyên cûda yên lûle dirêj, navîn û kurt biceribînin.
Fermandarê Îranî diyar kir ku dê di teqbîqeta “Pêximberê Mezin 7” a ku dê sê rojan berdewam bike de, balefirên bê mirov ên bombe lê barkirî jî bêne ceribandin.
Serokê Petrola Îranê Rustem Qasimî ragihand ku wana li hemberî vê pêkanîna welatên YE’yê, ji bo firotina petrolê bi welatên din re dest bi muzakereyan kiriye.
Ji aliyeke din ve, Fermandar Hecîzade got ku wana li hemberî radara fuzeyan a NATO’yê ya li Meletiyê hatiye danîn fuzeya bi navê “Arm” pêş xistine.
Her çendî ev di daxuyaniyên rayedarên Îranê de gefên li Israîlê hebin jî ew dixwaze ku welatên cîranê xwe bi taybetî Tirkiye û Welatên Kendavê jî hişyar bike û bi riyeke ne raste rast ji wan re bêje ku ez dikarim li hemberî mertalên fizeyan ên li Tirkiye û hin welatên Kendavê xwe biparêzim.
TAHRAN