Bayik li ser têkiliyên bi DYE´yê  re dibêje, „helbet peyam hene, civîn hene, name hene û weha diyar e ku ev ê bîhtir bi pêş bikevin. Ez banga xwe dubare dikin ji bo ku DYE navbeynkariyê bike di vê rewşê de di navbera me û Tirkiyeyê de. Û heke ew garantiyekê bidin me, em ê vê rola (wan) qebûl bikin.“

Bayik di hevpeyvînê de şerê dawî weke operasyoneke muhendisiya guherandina encamên hilbijartinan a serokkomarê dewleta Tirk Recep Tazzip Erdogan dinirxîne. Endamê Desteya Rêveber a PKK´ê Bayik şertên ji bo aştiyeke mayînde jî binxêz dike: rawestandina êrîşên eskerî, operasyonên qirkirina siyasî, afirandina derfetan da ku Rêber Apo ji bo birêvebirina pêvajoyê, û destûrdana çavderiyeke serbixwe ya bicihanîna agirbestê.Bayik dewra DYE´yê di pêvajoya şatiyê ya di navbera IRA û Ingilîstanê de bi bîr dixe û dibêje, êdî ew karê wê ye ka wê bangê li Tirkyeyê bike da ku maqûl be yan na. Hevpeyvîn bi van gotinên Bayik bi dawî dibe: „Heke Emerîka destekkirina Tirkiyeyê dewam bike, ew ê Kurdan ji dest bide. Heke Emerîka Kurdan ji dest bide têkbirina DAIŞ´ê wê zehmet bibe.“  


 ANF