EGÎD EREN MUNCHEN Li navçeya ser bi bajarê Elmanyayê Munchenê, Landshutê li Komeleya Çanda Elewî civîna ji bo hilbijartinan li dar xist. Mehrîban Torî ya ku bo rojî bû jî hem beşdarî civînê bû û hem jî xwarin ji beşdaran re bir. Wê got, “Bi alîkariya Xwedê û gelê me em ê di hilbijartinan de bi ser kevin.” Dayika Mehrîban ji navçeya Mêrdînê Nisêbînê ye; dema min ew dît li cihê civînê, wê bala min kişand û dema pê re peyivîm,hîn bûm ku bi rojî ye. Min ji dayika Mehrîban re pirsî, “Tu hem bi rojî yî û hem jî te xwarin aniye” û wê gotinên, “Li vir azadiya baweriyan heye” da min û pê jî bû mînakeke baş a zindîbûna projeya HDP´ê. Bexteweriya şiyana dengdayînê Dayika Mehrîban bi çarika xwe ya spî, bi rûyê xwe yê bi ken beşdarî civînê bû û bexteweriya xwe ya ji ber wê yekê ku wê karibe dengê xwe di hilbijartinan de bikarbîne jî bi me re parve dike. Dilê dayika Mehrîban bi wê yekê diêşe ku Demîrtaş ji girtîgehê xebatên hilbijartinan dike û dibêje, “Bi destûra Xwedê demokrasî û aştî wê bê. Xwîna diherike wê êdî vebirre. Bila HDP bi ser keve û em jî weke mirovan azad bijîn.” Mehrîban dixwaze Tirkên demokrat jî dengê xwe bidin HDP´ê û wiha dipeyive, „Ji hawîrdora xwe ji televizyonê em dibînin û dibihîsin ku gelek mirov wê dengê xwe bdin HDP û Demirtaş. Bi alîkariya Xwedê û gelê me, em ê di hilbijartinan de bi ser kevin.”

Hilbijartinên siberoja civakê

[caption id="attachment_110331" align="aligncenter" width="1068"] Leyla İmret[/caption] Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret di çarçoveya karê hilbijartinê de li bajarê Elmanyayê Darmstadtê di civîna gel de axivî û got, “Ev hilbijartin ji bo diyarkirina çarenûsa civakê, gelekî girîng e. Ji bo wezîfedarên di dema dengdanê de bi erk û berpirsyarî rabin li bajarê Essen ê Elmanyayê civînek hate lidarxistin. Li Darmstadtê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hate lidarxistin û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret weke qiseker beşdarî civînê bû. Îmret rewşa siyasî û atmosfera hilbijartinê ya li Tirkiyeyê nirxand û got, ev hilbijartin ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo paşeroja hemû civakê gelekî girîng in. Wê bang li her kesî kir ku bi hemû hêza xwe tevlî xebatên ji bo hilbijartinan bibin û destekê bidin HDP´ê. Îmret got, “Gelê me divê bi ruhê seferberiyê ji bo Selahattîn Demîrtaş û HDP´ê bixebite û em têkoşîna xwe ya demokrasiyê bigihînin asta herî bilind. Bi vî rengî em ê karibin bi ser kevin.” Civîn ji bo parastina sindoqan Ji bo wezîfedarên di dema dengdanê de bi erk û berpirsyarî rabin li bajarê Essen ê Elmanyayê civînek hate lidarxistin. Di civînê de amadekariyên ji bo hilbijartinê hatin nirxandin û hate ragihandin ku wezîfedarên hatine tespîtkirin wê li ber sindoqan bin û muşahidiyê bikin. Di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo AKP-MHP nikaribe dek û dolaban bigerîne, divê sindoq bi xurtî werin ewlekirin û hate gotin, welatiyên li Essen, Dortmund, Hagen, Gelsenkirchen û Velbertê wê rojên dengdanê wezîfedar bin. NAVENDA NÛÇEYAN