Ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên li zindana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an li hemberî îşkence û zextan dest bi rojiya mirinê kirin, li bajarên Essen, Dortmun, Koln û Diusburg yên Almanyayê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê ya li bajarê Essenê li komeleya Piştevaniya Alman-Kurdan hate li darxistin. Girseyeke qelabalix tevlî bû û çalakî ji bo bîranîna berxwedêrên 14´ê Tîrmehê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji şahidên wê demê siyasetmedar Ehmed Surucu ew pêvajo nirxand. Surucu da diyarkirin ku di demekî her tişt qedexekirî bû, zext di asta herî jor de bû, çend ciwanên şoreşger ji bo pêşî li wê zilm û nijadperestiyê bigirin têkoşîneke bê hempa nîşan dan û mîrasek mezin yê berxwedanê li Kurdistanê hiştin.


Banga xwedîderketine

Çalakiya bîranînê ya li bajarê Kolnê jî li komeleya Mala Kurdan hate li darxistin. Di axaftinan de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û hat diyarkirin ku bingeha têkoşîna îro ya kurd bi berxwedana wê rojê hatiye dayîn.  Di axaftinan da soz banga xwedîderketinê jî hate dayîn.
Li bajarê Duisburgê jî li komeleya Navenda Piştevaniya Kurdistanê ji bo bîranîna 14´ê Tirmehê civîn hate lidarxistin. Serokê Meclisa Gel Nûh Yildirim di civînê de axivî û diyar kir ku gelê kurd deyndarê têkoşîna wê demê ye û ji bo xwedî derketina li rihê 14´ê Tirmehê bang kir.
Li Dortmundê jî ji bo bîranîna berxwedêrên 14´ê Tirmehê, li komeleya Kurdan û Almanan civîn pêk hat.
Li Baselê jî hatin bîranîn
Li bajarê Basel yê Swîsreyê jî bi pêşengiya Komîteya Şehîdan a Meclîsa Jinan ya Ronahiyê, li Komeleya Çanda Kurdan bi heman armancê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku têkoşîna azadiya gelê kurd li ser hîmê 14 Tirmehê pêş ketiye. Piştî axaftinan mewlûd hate dayîn.

Li Mexmûrê çalakiya bîranînê
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem berxwedêrên 14’ê Tîrmehê merasimeke girseyî hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêr bi şev li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan kesan çalakiyeke bîranînê pêk hat. Bîranîn, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser giringî û berxwedana 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel Ferhad Mêrdîn axivî. Mêrdîn, bal kişand ser bandora berxwedana 14’ê Tîrmehê wiha got, “Berxwedêrên 14´ê Tirmehê xwestin êşkence û siyaseta înkarê ya dewleta Tirk dimeşand  pûç bikin û ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd bigihêje armanca xwe ev çalakî pêk anîn. Pêwîst e em jî xwedî li vê têkoşînê derbikevin." Piştî axaftinan derbarê 14´ê Tirmehê de sînevîzyon hate nîşandan. Çalakiya bîranînê bi stran û sirûdên Koma Zagros  bi dawî bû.

Li 26 navêndan hatin bîranîn

Li Bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê jî ji bo berxwedêrên 14´ê Tirmehê li 26 navêndan çalakiyên bîranînê yên girseyî pêk hatin. Li Qoser, Şirnex, Hezex, Wêranşar, Pirsûs, Dêrsim, Nisêbîn, Mêrdîn, Barman, Colêmerg, Silopî, Îdîr, Elih, Wan, Bêgir, Milazgir, Miks, Kerboran, Tarsûs, Tetwan, Gever, Misric, Edene, Ceyhan, Aydin, Mersîn û Akdenîzê çalakî pêk hatin û hat diyarkirin ku gelê kurd wê xwedî li rihê 14´ê Tirmehê berbikeve. 

NAVENDA NÛÇEYAN