Bi hatina meha Remezanê re li bazarên Hewlerê qîmete her tiştî zêde bû. Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd di civîneke ya çapemeniyê de eşkere kiribû ku ew ê di meha Remezanê de rê nedin ku li bazarê nirxê kelûpelan bilind bibe û wê tîmên wan bi şev û roj li nava bazarê çavdêriyê bikin.

Lê li gorî agahiyan li bazarên Hewlerê berovajî gotinên qeymeqamî, buhayê pirraniya zebze û fêkiyan zêde bûye. Ev yek jî li cem welatiyan bûye cihê nerazîbûnan.

Divê hikûmet pêşiyê lê bigire

Welatî Mimed Elî li ser zêdebûna buhayên li bazarê got; "Di meha Remezanê de li her derê buhayê tiştan dadikeve, lê li Herêma Kurdistanê berovajî tişt giran dibin. Mînak, beriya Remezanê xurma bi 3 hezar dînaran bû, lê niha bûye 6 hezar dînar. Divê hikûmet pêşî li bihabûna tiştan bigire."

Welatiyekî din, Ferman Mihemed jî daxwaz kir ku komîsyonên qeymeqamtiyê karê xwe bikin û rê nedin dikandaran ku buhayê tiştan zêde bikin, ji ber ku buhabûna tiştan bandorê li ser kiryaran jî dike.

Qîmeta tiştan zêde bûye

Dikandar jî ji rewşê ne razî ne. Dikandar Hacî Hesen dibêje, li piraniya bazarên Hewlêrê qîmeta tiştan zêde bûye. Hacî Hesen pêşniyaz kir ku komîsyonên çavdêriyê yên hikûmetê herin çavdêriya buhayan bikin.

Bila hikûmet were çavdêriyê bike

Li ser heman mijarê, Hozan Mesûd ku goşt difiroşe destnîşan kir ku komîsyonên qeymeqamtiyê nehatine serdana wan û got; "Ev pênc meh in ku ez li vir kar dikim, min ti kesî girêdayî hikûmetê nedîtiye ku hatibe vê derê çavdêrî kiribe. Ka komîsyonên hikûmetê li ku ne? bila werin, ez ê navê yek bi yek yê wan kesan bibêjim ku buhayê tiştan bilind dikin."

 

ROJNEWS/HEWLÊR