Bîtnel anî ziman ku Erdogan û maşika wî hikûmeta AKP’ê, ku xeyalên wan ên serokatiyê têk çûn, ji bo rewşa xwe ya têkçûyî ji holê rakin, hemû nêzîkatiyên erênî red kirin û Tirkiye xistin nava rewşeke nû ya hilbijartinê. Bîtnel bibîr xist ku di rewşeke gola xwînê û hovîtiyê de, hilbijartinên 1’ê Mijdarê tên kirin.
Bîtnel da xuyakirin, ku AKP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê li ser şîdet û zextê daye rûniştandin û ragihand, ku hêzên emniyete û leşkeriyê yên ku bi pêkanîna ewlekariya gel berpirsyar in, veguherîne hêzên ewlekariyê yên taybet ên Erdogan û hikûmeta AKP’ê.
Bîtne got, „Di rewşa heyî de gelê me fêm kiriye, ku eger li Tirkiyeyê sıstemeke dîktatoriyê were, wê ji bilî xwîn û rondikên çavan tiştekî ji mirovan re neyne“ û anî ziman ku mirov êdî dudil in ewlekariya xwe radestî dewletê bike.
Tercîha şer an aştiyê ye
Bîtnel da xuyakirin ku dema merc û rastiyên heyî yên li welêt li ber çavan were girtin, wê bê dîtin ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê ne di navbera partiyan de ye, wê bibe tercîha ‘şer an jî aştiyê’. Bîtnel di serî de Elewiyên li Ewropayê dijîn bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Bîtnel, ji bo jiyaneke azad, wekhev, ji bo bidawîbûna şer û rijandina xwînê, ji bo aştî û demokrasiyê bang li hemû hilbijêran kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.
ANF/ZURICH