Qeyûm li Şaredariya Sûrê ya Amedê xizmeta “pirzimaniyê” bi dawî kiribû. Şaredariya Sûrê biryar da ku xizmeta “pirzimaniyê” carek din bide.
Şaredariya Sûrê di çarçoveya Plana Stratejîk a di navbera salên 2020 û 2024’an de ku bi dirûşma “Bîra Sûrê, em bi dengê dîwanê (dermal) plansaziya siberojê dikin” pêk tîne civînên xwe yên li hewş an jî li dermalên Sûrê didomîne. Hemû yekîneyên şaredariyê û xebatkar li hev civiyan û Hevşaredar Fîlîz Buluttekîn jî beşdarî civînê bû.
Di civînê de hat gotin, plansaziyên berê pêk neanîne û wê bi dînamîkên bajêr re ji bo plansazî pêk bê û bimeşe wê mekanîzmayên şopandin û nirxandinê saz bikin.
Miduriyeta Çandê ya şaredariyê jî derbarê xebatên çand û hunerê de agahî da û ragihand ku wan biryara vegerê li xebatên “pirzimaniyê” daye.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, dawî li xizmeta “pirzimaniyê” anî bû.
MA / AMED