Bosona Higgs li gorî lêkolînan muhtemel e ku pêşî lêgirtibe ku di destpêka pêkhatina gerdûnê de gerdûn ji nû ve tavilê  tine nebe. Ango bosona Higgs yan jî bi navê xwe yê belavtir, zerreya xwedê nebûya, piştî Big Bangê gerdûn wê bi rengê kuneke reş a dewana tine bibûya. Lê li gorî hesabên nû yên zanyaran, sedema vê jî Bozona Higg e ku xwedî hecmekî diyar e û mumkin dike ku gerdûna me ya heyî ku her fireh dibe, bi îstîqrar be; helbet ev jî nisbî ye. Û muhteml e, gava ku ev hecmê hanê guherî, gerdûn bi carekê tine bibe.

Li gorî zanyar ev gerdûn wê hîna qederê 10 milyon tilyon trilyon trilyon tilyon trilyon trilyon tilyon trilyon trilyon û trilyon salan wiha dewam bike û dîsa piştî wê jî bi îhtîmaleke ji sedî 95´ê, gerdûn wê 10 milyar trillion trillion trillion trillion trilyon salên din jî dewam bike. Ango hem bi îstîqrar hatina pê ya gerdûna me bi xêra hecma zerreyên xwedê ye, û hem jî kêmbûn û belkî jî rojekê bi carekê teqiyana enerjiya heman bosonan wê dawiyê jî li gerdûna me bîne. Axir ya xêrê; jixwe, heta hingê xwedê mezin e.

 

NAVENDA NÛÇEYAN