Nivîskar-helbestvan Îlhamî Sîdar anî ziman ku ew bi wêjeyê li heqîqetê digere.  Pirtûka wî ya bi navê “Masûm Saat (Saeta Bêguneh)” ji Weşanxaneya Aramê derket. Sîdar dest nîşan kir ku referansa helbesta wî qewimîn û geşedanên li vê erdnîgariyê ne û got: “Bi helbestê min hewl da ji bo birînên xwe bibim derman.”  Sîdar diyar kir ku helbestên di “Masûm Saat”ê de cih digirin helbestên ku wî ji sala 2010’an û vir ve nivîsandine. Sîdar got, helbestên di vê pirtûkê de cih digirin, di warê hêmayê de li gorî helbestên berhemên wî yên din, nêzî xetekê ne ku cihê xwe dîtiye. Sîdar dest nîşan kir ku bi taybetî referansa beşa ewil a “Masûm Saat”ê qewimînên li ser xakê ne. 


Cihoka bîhnê bixitime hûn nikarin bijîn

Sîdar ji bo helbestên xwe yên di pirtûka navbirî de û yên ku diyarî Rozerîn Çûkûr a li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dayî, Arîn Mîrkan a li Kobaniyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî û zarokên Roboskê û Cizîrê kirî jî got, “3 salan min mamostetiya Rozerînê kir. Heke em wê girêdana hestiyarî ya di navbera min û Rozerînê de deynin hêlekê, ji bilî wê em bi pêvajoyên daşikestînî re rû bi rû man. Em din avê de bûn. Carinan bi şev bi dengê teqînan dipengizîm. Ji bo hûn rê li vê yekê bigirin tiştek ji deste we nayê. Di vê pêvajoyê de fikirîm, ka ez dikarim çi bikim. Çimkî nerihet dibûm, bîhna min dernediket. Dema cihoka bîhnê bixitime hûn nikarin bijîn. Carinan min li dîwana Melayê Cizîrî dinihêrî. Ew der ji bo min dibû hêwirgehek. Min ew helbest dixwendin û werdigerandin Tirkî. Ev tenê ne ji bo Rozerînê bû. Zêmareke ku ji bo hemû ciwanên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dayî, hatiye lewbandin.” 



Tekane helbesta bi Kurdî ji bo Arînê

Sîdar ji bo helbesta ku diyarî Arîn Mîrkanê kiriye jî got, “Helbesta ku min ji bo Arînê nivîsand, tekane helbesta min a bi Kurdî ye. Ya ku di pirtûkê de cih digire jî ji Kurdî bo Tirkî hatiye wergerandin. Dema min di televîzyonan de li dîmen û sirûdên ji bo Arînê temaşe dikir, li malê bi tene bûm. Hem hêstir ji çavên min dibariyan hem jî min dinivîsand. Ez vê yekê wek trajediyên ku em di jiyana rojane de dibînin û veguheriye helbestê dibînin.” Sîdar got, kêliyekê be jî bi vî awayî helbestan êşa min sivik kir û wiha axivî: “Bi helbestê min hewl da birînên xwe derman bikim.” 

Sîdar ji bo lêgerîna heqîqetê ya di helbestên xwe de jî got, “A rast, heqîqet kêşeyeke hebûnê ye. Ji bo herkesî sedemeke hebûnî heye. Ez jî, minçawa xwe nas kiriye, vê yeke bi wêjeyê dikim.”


MA / STENBOL