Ebdulrehman Şêxmûs di sala 1960'î de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê tê dinê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî di dibistanên bajarê Hesekê de dixwîne û piştre mîkanîk di zanîngeha Dêra Zorê de dixwîne. Ebdulrehman Şêxmûs di sala 1982'an de xwendina xwe bi dawî dike û wekî mamoste di dibistana bilind a Sîna ya bajarê Qamişlo wekî mamoste tê erkdarkirin. Di vê demê de Şêxmûs mala xwe dibe bajarê Qamişlo.

Di sala 1996'an de careke din Şêxmûs li cihê lê jidayîkbû ye Hesekê vedgere û ji vî bajarê dizewice û dibe bavê 4 zarokan. Di sala 2007'an de Şêxmûs dema li ser riya Hesekê –Qamşlo bû di encama qeza Tirafîkê de jiyana xwe jidest da, gelek helbestên şoreşgerî, hevserek û 4 zarok li pey xwe hiştin.
Şêxmûs di ciwaniya xwe de tevlî nava tevgera siyasî ya Kurd bû û di nava gelek çalakî û xebatên siyasî ku wê demê dihatin kirin cihê xwe grit. Piştî ku PKK'ê li Rojava tevger kir Şêxmûs ji kesên destpêkê bû ku ket nava xebat û tevgera PKK'ê de. Di dawiya salên 80'î de Şêxmûs bi awayekî aktîv dest bi xebatên PKK'ê û belavkirina berhem û firkên wî kir. Her dem ji bo ku mamoste û rewşenbîran tevlî nava tevgerê bike kedek mezin dida û bê navber xebatên xwe dimeşand.

Dest bi xebatên wêjeyî kir

Şêxmûs di ciwaniya xwe de ji xwendin û lêgerîna çandî hez dikir, hemû beşên pirtûkan dixwendin û wî bi xwe jî dema şoreş gûr bû û agirê wê bilind bû dest bi nivîsandina helbestan kir. Şêxmûs bi sedan helbest nivisîn û ji ber vê yekê hunermendan serî lê didan da ku helbestên wî bikin stran. Gelek helbestên wî bûn stran. Gelek helbestên Şêxmûs ji aliyê Koma Tolhildan bûne stran û ji helbestên wî yên bi nav û deng ev in: '' Saxim dijîm tim şehîd im– Serok Apo xwedî Apo – Lêxe gêrîla lexe – Wa şehîd û her wekî din.'' Li aliyê din jî gelek hunermendên Kurd ên wekî Kenan Şêxo, Bêwar, Şêrîvan, Adilê Hiznî, Hisên Ezîz Şakir, Ehmed Hemzo û Zibêr Salih helbestên wî kirin stran.
Dayîka Şêxmûs, derbarê kurê xwe de dibêje ku Şêxmûs ji zarotiya xwe de xwedî roleke mezin bû di malbatê de, ji bira û xuşkên xwe re pêşengtî dikir. Dayîka Şêxmûs bi hisretek mezin dibêje ku niha kurê wê sax baya dê gelek helbest li ser şoreşê bigota û dê roleke mezin di pêşxistina çanda Kurdî de girtibaya.
Hevsera Şêxmûs Mihdiya Mehmûd jî destnîşan kir ku Şêxmûs tevlî xebatên xwe yên siyasî û wêneyî jî lê car de zarokên xwe bi serbilindî xwedî dikir û li wan xwedî derdiket. Mehmûd da zanîn ku ew ê heta dawî li ser xeta Şêxmûs a welatparêziyê bibin û wê zarokên xwe li ser wî esasî fêr kiriye.


STALÎN OSO/ANHA/HESEKÊ