LUQMAN GULDIVÊ


Beriya çend rojekî hin rayedarên Emerîkî peyvên wisa kirin ku îşaret bi wê yekê dikirin ku qederê 4 hezar eskerên wan li Sûriyê bi cih bûyî ne. Fermî ev hejmar weke 503 tê bilêvkirin. Çavdêrên siyasî vê yekê weke nîşana wê yekê ku Emerîka dixwaze di Sûriyeya piştî şer de xwedî giraniyek be ku di dema şerê navxweyê de bi tercîh û aktorên destpêkê ji dest da. Li aliyê din Rûsyayê bersiva Tirkiyeyê ya derbarê vexwendina PYD´ê ya hevdîtinên bi navê Kongreya Gelan de da û PYD ji welatiyên Sûriyê tê pê û ew dikarin wan vexwînin. Akademîsyenê Awûsturyayî Thomas Schmidienger jî li ser mijarê îşaret bi tehlûkeya piştî serdema piştî şer kir ku dibe ku zorê bike li rêveberiya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û di warê Rojava de jî got, xwedî projeyeke siyasî ya gelekî cihê ye li gorî Başûr, lê li gorî texmîna wî piştî şer wê li Sûriyê di encama hevdîtinan de muhtemelen herêmeke li Bakur a ku ji herêmên Rojava jî pêk tê bibe xwedî xweseriyeke berfireh û hikûmeta navendî jî wê bêyî Esed nebe, lewma hêzên mezin hemûyan êdî qebûl kiriye ku di siberoja Sûriyê de wê Esed hebe.


PYD ji Sûrî ye!

Beriya çendekê li ser zarê serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn behsa Kongreya Gelan a Sûriyê hatibû kirin ku wê li bajarê Sûçî yê Rûsyayê bi cive. Hem ji bo vê civînê û hem jî ji bo civînên çareseriya aloziya li Sûrî yên li Cenevre û li Astanayê êdî aliyê Kurd, hem bi partiya siyasî weke PYD û hem jî weke rêveberiya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê weke beşdar tê bilêvkirin û Rûsyayê weke gava pêşî PYD vexwend civînên bi pêşengiya wê pêk tên.

Dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dabû vê yekê û doh Cîgirê Wezîrê Karê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanof ji bo beşdarbûna PYD`ê di “Kongreya Gelan a Sûriyê” de ku tê payîn li bajarê Soçî yê Rûsyayê bê lidarxistin, got, “Evan welatiyên Sûriyê ne û ne Tirk in. Partiya Yekîtiya Demokratîk û Rêxistinên din ên Kurd li Sûriyê, welatiyên Sûriyê ne û ne ji Tirkiyê ne, ji ber vê yekê divê ev xal ji hev bên cûdakirin.”

Çav li rê ye ku Kongreya Gelan a Sûriyê  18`ê Mijdara bihê de bê lidarxistin 33 rêxistin, PYD jî di nav de beşdar bibin.


Diyarker Rûsya ye

Akademisyen Dr. Thomas Schmidienger ê ku di warê mijara Sûriyê de xwedê agahî û tecrûbeyê, li ser daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Tillerson, ê ku digot, divê di sibe roja Sûriyê de Esed nebe, got, “Emerîkayê timî ev got, lê êdî ku diyar bû, eskerî ew di şer de bi ser ketiye, DYE´yê heta îro êdî hêzên QSD´ê li ser erdê di warê eskerî de destek kir. Û heta niha jî dev ji wan bernedaye. Lê divê em zanibin ku ev şerê li dijî DAIŞ´ê bû û ne li dijî rejîma Sûrî bû. Bi ya min, ev daxuyaniya Tillerson ne lê ye. Ji ber ku li Sûriyê DYE bi roleke bi rastî ranabin. Heke ku Sûriyê piştî şer hêzêk wê mizakereyan bike û hevdîtinan organîze bike, ev jî Rûsya ye. Ya muhim ew e ka em bibînin gelo DYE wê siberojê jî destekkirina QSD´ê dewam bikin yan na.  Di heman demê de girîng e em bibînin ka gelo Rûsya wê zextê li rejîmê bike ku bi QSD´ê re li hev bike. Ez wisa difikirim ku DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe. Û mixalefeta ku ji ber tişta jê re Artêşa Azad dihat gotin maye, çi Ehrar eş-Şam û çi komên ser bi Tirkiyeyê, ew ê ji herêmên ji bo rejîmê girîng bi ya bên vederkirin. Paşê pirsa muhim ev e; ku ev qewimî, gelo wê têra xwe zext hebe li ser rejîma Sûriyê ku bi QSD´ê re li hev bike.Yan jî gelo wê ji rejîmê bê ku destekê ji Rûsyayê bistîne da ku hewl bide tevahiya erdan bixe bin kontrola xwe.”

Schmidienger dibêje, heger bi Beşar Esed mabe, ew ê hewl bide erdan hemûyan bixe bin kontrola xwe wiha dewam dike; “Lê ji bo vê desteka Rûsya û Îranê jê re divê. Heger ev hêz jê re bibêjin, bi Kurdan re li hev bike, ez dikarim lê bifikirim ku ew ê bi Kurdan re li hev bike.”



Banga Pûtîn a vexwendina Kurdan ne pûç e

Li gorî Schmiedinger, daxuyaniya Pûtîn a elaqedarî vexwendina Kurdan ji bo hevdîtin û kongreyên ji bo çareseriya pirsgirêkê ne pûç in û îşaret bi wê yekê dikin ku Rûsya, “Rûsya di mutalayên xwe yên ji bo nîzama piştî şerî de hesab ji Kurdan jî dike.”

Schmidinger îşaret bi tehlûkeyên ji bo Kurdan li Sûriyê dike û paşê jî hêviya xwe wisa îfade dike: “Heta niha Kurd û QSD di warê mizakereyan de hoste bûn. Ji ber wê jî ez dikarim lê bifikirim ku rejîm zorê li wan bike ku dev ji hevalbendên xwe yên Ereb berde da ku xweseriyeke deverên navendî yên Kurdan qebûl bike. Ka ev ê bibe yan na em nikarin zanibin. Lê em dikarin bibêjin ku Kurd ne xasim PYD ji bo Moskovê muxatebek e ku di destê wê de hin koz hene.”

Dr. Thomas Schmiedinger îşaret bi siyaseta DYE´yê li Sûrî kir û bi bîr xist ku wê di destpêkê de destek da gelek yekîneyên artêşa azad, û ev her şikestin; ji ber vê jî destekkirina QSD´ê ji bo DYE´yê yekane alternatîf e ku karibe li meydanê bibe xwedî tesîr û hebûna eskerên Tirk jî bi vê ve girê da. 

Schmiedinger bi bîr xist ku aktorên navneteweyî êdî yekî tenê jî nîne ku bawer dike Sûriyeyeke bê Esed wê hebe, lê maneya vê ne ew e ku wê veger li destpêkê hebe û wiha dewam dike: “Li Sûriyê wê herêm hebin ku ne yekser di kontrola tenê ya hêzên Esed de bin. Lê Esed li navenda Sûrî desthilat be û li herêmên din jî tesîreke diyar bike. Wê li Sûriyê herêm hebin ku ji bilî rejîmê jî hin aktor hebin.”

Li gorî Schmiedinger Bakurê Sûriyê wê tesîreke bi sînor rejîma li navendî bike, lewma tevî ku erdekî fereh e jî, di warê aborî û siyasî de zêde tesîra wê nîne, ji bilî hilberîna dexl û petrolê. Ji ber wê jî ew difikire ku sibe rojê, tevî ku xwedî projeyeke siyasî ya gelekî cihê ye jî Federaliya Demokratîk a Sûriyê tevî xweseriya xwe bibe navendeke herêmî û rejîm jî li navenda Sûriyê bimîne û du navendên desthilatê siberojê li Sûriyê di nîzama piştî şer de werin meydanê.