Dayika Şemiyê Fatma Morsumbul, pêr êvarê li Çewlikê jiyana xwe ji dest da. Di 18’ê Îlona 1980’î de polîs û leşekeran avêtibûn ser mala Morsumbul û kurê wê yê 19 salî Huseyîn Morsumbul ku li Lîseya Çewlikê dixwend, binçav kiribûn. Morsumbul ji bo dîtina kurê xwe, bi salan têdikoşiya. 

Ji Dayikên Aştiyê Fatma Morsumbul a ku bi salan e ji bo aqûbeta kurê xwe yê hate windikarin bipirse têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da li gundê xwe hate definkirin. 

Li cem kurê xwe hate definkirin

Cenazeyê Morsumbul piştî karên fermî bi konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk tê anîn gundê Gozeler a bi ser navenda Çewlîgê. Jibilî rêveberên HDP û DBP’ê niştecihên gund jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê û Dayikên Şemiyê jî destegula sor şandin cenaze. Cenazeyê Morsumbul li cem kurê xwe Ekîn Morsumbul ê ku di 2014’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. 


 ÇEWLIK