Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), Komala Jinê Kurdistanê (KJK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA dan diyar kirin ku li dijî destûra faşîst ku bi hevkariya AKP û MHP hatî çêkirin, wê bêjin NA û banga birêkxistinkirina NA´yê kirin.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyek bang li hemû alîgirên demokrasiyê bi taybetî jinan kir, ku li dijî destûra faşîst bibêjin NA û bang li her kesî kir, ku bi fedakariyeke mezin, mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax bixebitin.

Koordînasyona KJK’ê got: “Guherîna destûrê ya li Tirkiyê bi hevalbendiya AKP-MHP’ê bi guherîneke rejîmê ya ku wê faşîzmê girantir bike di rojevê de ye. Ji hêla xwediyê wê ve her çendî were înkarkirin û nixumandin jî, pir eşkere dixwazin jin, cihêtiyên etnîk û mezhebî, di nav faşîzmeke germkirî bihelînin. 

‘Dema gotina ‘NA’ ye’

Em siberoja xwe ti caran radestî hêzên faşîst nakin. Dem niha dema jina ye. Dem dema wê ye ku em siberoja xwe li ser zemîna ronakiyê û azadiyê ava bikin. Niha jî tam dema wê ye ku ‘NA’ were gotin. Niha dema wê ye ku em bibêjin ‘NA’ û jiyana demokratîk, azad û wekhev bi destê xwe bihûnin!

Ji bo giyanên ku serê xwe netewandin ên Mehmet Tûnc, Sevê, Pakîze, Fatma, Asya, dayika Taybet û Cemîlan ku li Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê û li hemû Kurdistanê tenê ji bo xweserî xwestin hatin qetilkirin, em dibêjin, Na!”

Ji mêtîngerî, serdestî û zayendîperestiyê re NA!

Endama Koordînasyona PAJK´ê Ronahî Serhat got ku  destûra bingehîn a ku Erdogan dixwaze bide qebûlkirin, weke rejîma Baasê ya bi rengê Tirk dikare bê binavkirin. 

Serhat girtina Hevserokên HDP’ê, parlamenter, hevşaredar, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, nûnerên tevgera jinan, hêzên demokratîk bibîr xist û got, “Ji bo têkbirina hêza rêxistinbûyî civakê êrîşî tevgera jinên Kurd, tevgera Kurd a demokratîk û gel kir. Piştre berê xwe da hêzên demokratîk ên civakê. Jin ji ber ku li ber zayendîperestî, siyaseta qirkirinê û faşîzma Erdogan radibin, bûne hedef. Hewl tê dayîn vîna jinê were şikandin û rêxistinbûna wê ji hev were belavkirin. Li dijî vê yekê, raperîna jin û gelê Kurd dewam dike, wê bidome. Di heman demê de hemû bindest li ber xwe didin.”

Modela Baasê ye

Serhat diyar kir, destûra bingehîn a ku Erdogan dixwaze bide qebûlkirin, weke rejîma Baasê ya bi rengê Tirk e û got, “Ev yek modela yek partî, yek şexs û dewleteke xwe dispêre yek partiyê ye. Bi vê yekê re wê zext li her kesî were kirin, ku bibin endamê partiyekê. Erdogan dixwaze rejîma Baasî ya ku maweyê xwe ji zûdeyî qediya ye, serdest bike. Civak wê bi hemû hêza xwe li dijî rejîma Baasê ya bi rengê AKP’ê bêje NA!”

Her wiha Ronahî Serhat da xuyakirin ku ew destekê didin van kampanyayên bi rûmet û nasnameya jinê ji bo jiyaneke azad ji aliylê jinan, ciwanan, hêzên demokratîk, rewşenbîr û hunermendan ve hatiye destpêkirin. 

FEDA: Em ê faşîzmê erê nekin; NA!

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), têkildarî refearndûma ‘şexsekî’ ya ku wê di meha Nîsanê de li Tirkiyeyê bê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em Elewî alîgirê komareke demokratîk in û dixwazin destûreke bingehîn a xwe dispêre wekheviyê û hemû gel, bawerî û cihêrengiyan. Armanca destûra bingehîn a pêşkêşî referandûmê were kirin, wê erêkirina vê faşîzmê be. Lê belê weke Elewiyan em ê ji vê re bêjin ‘NA’.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN