Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîddeta li Jinê de got, “Wezîfeya sereke geşkirina têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî ye.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan axivî.
Hozat diyar kir ku desthilatdariyên faşîst dijminê jinan hemûyan e, û got, “Faşîzm xwe li ser dijminatiya li jinan, civakê û xwezayê diafirîne. Komkujer û tineker e. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê jî qirker û tineker e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê desthilatdariyeke faşîst e ku dijminê jinê ye. Desthilatdariyên dijminê jinê hemû desthilatdariyên dijminê civakê ne. Bi êrişa li dijî nirx û berhemên civakê hebûna xwe didomînin. Ji ber ku faşîzm xwe bi şer, tundî û xwînê xwedî dike. Ev rastî di polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê de bi rengekî eşkere tê dîtin û di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de kuştina jinê û tundiya li jinê gihîşt asta bêsînor.
Êriş li siyaseta demokratîk e
Piştevaniya navbera jinan û tevgerên jinan roj bi roj xurtir dibe. Têkoşîna azadiyê ya jinan dînamîka demokratîk a civakê dixe nava liv û tevgerê. Dibe gava destpêkê ji bo berxwedana civakî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û desthilatdarî hemû vê yekê li dijî xwe weke gefekê dibînin, lewma îdeolojiya zayendîperestiyê geş dikin û li dijî jinê şer û tundiyê mezintir dikin û hîn bi xurtî teşwîq dikin.
Ji bo bê dîtin ku dijminatiya li jinê gihîştiye kîjan astê divê mirov li dagirkirina şaredariyên HDP’î binerin ku bi hinceta sîstema hevserokatiyê hatin desteserkirin û got, “Jin bi rengê xwe tevlî siyasetê dibin, siyasetê demokratîk dikin, di şexsê şaredariyan de jiyana wekhev û azad ava dikin. Dixwazin jinên bi vê rolê tevdigerin li qada siyasetê nehêlin. Di şexsê vê jinê de êriş li siyaseta demokratîk, li jiyana azad tê kirin. Ev yek kûrbûna polîtîkayên qirkirina jin û civakê ye.
Sîstema hevserokatiyê sîstema hevjiyana azad e
Ev êrişa namerdane ya li dijî sîstema hevserokatiyê êrişa li dijî jinên azad, êrişa li dijî destketî û nirxên jinê ye. Hevjiyana azad, temsîliyeta wekhev, sîstema hevserokatiyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe sedema pêşketina exlaq û çandeke demokratîk. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji ber tirsa mezin a ji jiholêrabûna feraset û çanda zayendîperest bi rengekî xwînxwarî êrişê dibe ser sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev. Ji jinên azad, ji civaka azad a bi jinên azad ditirsin.
Êrişên desthilatdariya faşîst êrişên li dijî jinan û civakê ye. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî divê hevpar û kolektîf be. Niha wezîfeya herî sereke ew e ku têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî bê xurtkirin. Pêwîstî bi yekîtiyeke têkoşîna jinan heye. Têkoşîna jinan a demokratîk a yekbûyî ya li herêmê û navneteweyî tê wateya xweparastina herî mezin a jinan hemûyan. Jin dema ku bi rengekî rêxistinbûyî têkoşiya û bi hev re tevgeriya hingî wê xurt bin.
Hêza me heye
Çawa ku di dîroka mirovahiyê de jin û gelê Kurd di afirandina nirxên mirovahiyê de xwedî roleke sereke bû, niha jî heman rola xwe didomînin. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa herî berbiçav a vê rastiyê ye.
Gelên dinyayê, mirovahî bi rengekî xurt li vê sîstemê dibe xwedî. Ev yek bi rastî jî rewşek e ku mirovan kelecanî dike.
Em ê bi yekbûna jinan, bi kombûna li dora nirxên jinan ên gerdûnî û bi berxwedana bi cewherê jinê pêşwaziyê li 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bikin. Ji ber ku hêza me heye ku em têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê her demê bidomînin û dinyayeke bê şer û bê şîddet biafirînin.”
ANF/BEHDÎNAN