Tevgera Ciwanên Rojava li bajarê Girê Spî xwepêşandanek organîze kir û diyar kir ku ew pişta xwe nadin ti aliyan û dê bi hevgirtin, yekitî û têkoşîna xwe Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin. Bi armanca şermezarkirina destdirêjî û kirinên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, der heqê welatiyên herêma Efrînê de, Tevgera Ciwanên Rojava xwepêşandanek li bajarê Girê Spî organîze kir. Di xwepêşandanê de bi sedan ciwan û welatiyên kantona Girê Spî beşdar bûn. Xwepêşandanê ji Çerxerêya El-Elem a rojavayê bajarê Girê Spî dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve dewam kir. Bi hevgirtin, yekitî wijdanê xwe Di xwepêşandanê de hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî, Hemdan El-Ebid axivî û got, "Em pişta xwe nadin Emerîka, Rûsya, Tirkiyeyê û ne ti aliyên din û ne Cenevre, Astana û Soçiyê. Em ê bi hevgirtin, yekitî û wijdanê xwe, axa xwe ku bi xwîna pîroz a şehîdan hatiye avdan, rizgar bikin. Kesên parastina welatê xwe nekin ne hêja ne ku li ser axa welat bijîn. Efrîn niha dagirkirî ye û bi yekitiya me û girêdana me bi doza me ve, bêguman em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin." Rizgarkirina Efrînê ya tevahiya Sûriyeyê ye Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Rîhab El-Hemadî jî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li ser xeta Ocalan û şehîdan heta rizgarkirina hemû gelên bindest bidomînin û got, rizgarkirina Efrînê rizgarkirina tevahiya Sûriyeyê ye. Xwepêşandan bi dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re bi dawî bû. GIRÊ SPÎ