HAWKAR MISTEFA
ROJNEWS/HELEBCE
Bûkan Hesen bi hewl û xebata xwe zaravayê Soranî li beşa wergerê ya Google zêde kir.
Xortê helebceyî Bûkan Hesen zaravayê Soranî kir yek ji zimanên Google yên wergerê. Heya niha 25 hezar peyv û hevokên Soranî li beşa wergerê ya Googlê zêde kirine. Ji bo wergera peyv û hevokan rojane bi hezaran kes serî li Google yê didin. Heya niha 104 ziman di beşa wergerê ya Googlê de hene. Belê heya niha zaravayê Soranî di nava van zimanan de nebû
Min ji wan xwest Soranî jî lê zêde bikin
Bûkan Hesen di 2014’ê de Kolêja Perwerdeyê ya zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Silêmanî bidawî kir. Di 2015’ê de hewl dide zaravayê Soranî li beşa wergerê ya Googlê zêde bike. Hesen li ser karê xwe got; “Weke hestkirina bi berpirsiyartiyek li ser milên xwe ji bo zaravayê Soranî xistina nava zimanên cîhanî, ji 2015’ê ve bi rêya e-mail min dest bi peywendiya li gel navenda Google ku navenda wê li Emerîka ye kiriye. Min ji wan xwest ku bikim zaravayê Soranî li Google zêde bikin.
25 hezar peyv û hevokên Soranî
Di 2016’ê de bersiva min dan û gotine min, me daxwaza te qebûl kiriye. Ev ji bo min serkeftinek mezin e.Min heya niha bi hewldana xwe ya kesî 25 hezar peyv û hevokên Soranî li beşa wergerê ya Google zêde kirine. Ez kêfxweş im ku weke ciwanek bikarim xizmeta gelê xwe bikim. Ji bo welatî derve û hundir bikarin sûd jê bigirin.”
Herî dawî jî Bûkan Hesen dibêje, ew dixwaze dema pêş bi şêweyê deng jî Soranî li Google zêde bike û ji bo vê jî alîkarî ji hikûmeta Başûr xwest.”