Bi hêza xwe- RÊŞAD SORGUL
Têkilî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji bo siyaseta li cîhanê, ji bo dîplomatên nû digihîjin dibistanek e, û ji bo pîkola zirhêzan qadeke bezê ye. Di heman demê de ji bo hemleyên kişikê cihê serêşa kişikbazan e. Şev û rojên wê ji hev ne piştrast in, ji bo gavavêtinê ji hev ne ewle ne. Û her tim peyayên wê yên ku li ser rêûresma berê bi serberzî di nava mijê de dimeşin hene…
Nivîskarê Misrî Fehmî Huweydî ji bo Kurdan digot, “Ew sêwiyên ummetê ne.” Herçiqasî di vê tesbîtê de awirekî Îslamî hebe jî di çarçoveya gotina Kurdî de rast e ku mirov bibêje, “Kurd li herêmê serê biskê ne.” Zirhêz û dagirkerên ku zirhêzan ew danîne serê Kurdan, di danûstendin û nakokiyên xwe de her cara ji cihê xwe radibin tepekê li nava serê Kurdan didin. Di sedsala 21ʼê de nakokiyên di navbera zirhêzan û dewletên wan ên qewmperest de zêdetir bûn. Ji lewra jî em dibînin carna li cem Kurdan jî cih digirin, lê carna jî ew segên xwe yên zincîrkirî bera ser serê Kurdan jî didin. Di serî de Emerîka vê dike û niha jî li wê Rûsya zêde bû.
Di serî de Emerîka, dewletên rojavayî, ji Efrîkayê heta bi Efxanistan, Yemen, Iraq, Sûrî, Filistîn û Qibrisê nakokî û kêşeyan diafirînin û li ser siyaseta bera hev bide, bera qirika hev bide, her du aliyan an jî çend aliyan di şerê hev û berberiyê de qels bike û li stûyê wan suwar bibe, dimeşînin. Safikên ji taqetketî û şerpezebûyî jî bawer dikin wê zirhêz di çarçoveya stratejiyeke aştî û demokrasiyê de arîşeyên wan çareser bikin. Ji lewra jî van safikên hewl didin çend kurtêlan ji sifreya dagirkeran bixwin, şîretan li Kurdan dikin û dibêjin, pêwîst e ku Kurd jî haya wan ji van stratejiyan hebe û li gorî wê vê firsendê ji dest nedin. Îca van safikên reben kengî bi saya hewldanên berxwedêran guhertinek bibe û zirhêz jî bibêjin, binêrin me ev kir, ji cihê rûniştî dipengizin û bi heyecan dibêjin, me jixwe gotibû.
Bêguman Kurdên xwe kiribin hêz wê karibin ji hin bûyerên biqewimin sûd wergirin. Jixwe, civakên rêxistinkirî dibin tiştek û her kes neçar e hesabê wan bike. Bi gotin an jî xebateke bangeşeyî kes vî hesabî nake. Xelk li meydanê, li gorî hêza te hesabê te dikin.
Eger zirhêz dixwazin li mintîqeyê bibin serdest an jî bixwazin enerjiya wê bi awayekî ji awayan bigihînin benderê xwe, bêguman wê vê yekê li gorî xelkên li herêmê nekin, berevajî ji bo ew dengê xwe nekin, wê wan bera hev bidin, wan bixin qirika hev û wê bikin wan di berberiya aliyan de bêhal bikin, bazko bikin û li kolîka wan suwar bibin. Jixwe jî bi kêmanî sedsaleke wisa didome.
Bala xwe bidinê, têkiliya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi Emerîkayê re heye. Lê di heman demê de li ser vê herêmê ablûqeyek jî heye. Tevî vê yekê, bi awayekî ji awayan petrolê bi buhaya ji avê erzantir ji destê wan derdixe, hem jî bi awayekî neqanûnî. Li aliyekî tevî Rûsyayê, dewleta Tirk xistin Efrînê, Ezazê, Cerablûsê û li herêma Cizîrî jî xistin Girê Spî û Serêkaniyê. Li Başûrê Kurdistanê jî dewleta Tirk 21 baregehên eskerî yên fermî vekirine. Qada hewayî li dewleta Tirk vekiriye, li ku bixwaze êriş dike. Baş e, gelo bi rastî ev hemû li derveyî daxwaza zirhêzan pêk tê? Yên zirhêz û armancên wan ên emperyal nas nekiribin, nikarin vê bibînin û nikarin li gorî vê siyaseteke baş bimeşînin. Belkî bi çend kurtêlên ji bo çend kesan, gelên xwe û herêma xwe pêşkêş bikin.
Baş e, hûn dikarin bipirsin tu ji me re çi dibêjî. Ez dibêjim, divê em hesabên van zirhêzan û an jî rêveberên wan bibînin. Wan baş nas bikin. Di vê çarçoveyê de siyaseteke lihevkirî bimeşînin. Kengî wilo bû, mirov dikare hesabên xwe li gel van hêzan di çarçoveyeke rast de deyne. Mirov xwe bigihîne astekê, li meydanê hesabê Kurdan jî were kirin. Naxwe bi gotina Feqiyê Teyran, em ê her bibin goga dikeve ber laganan.