Malbatên 5 gerîlayên HPG´ê ku di operasyona navçeya Amedê Lîceyê de di 31´ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji Meletiyê cenazeyê wan girtin. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mehmet Biçecek, Mehmet Calp û Mehmet Zulfîkar Kaçmaz  li Amedê, cenazeyên gerîla Hakan Tezel li Êlihê yê Mesût Yildirim jî li Qoserê hate veşartin.


Ji bo Tezel li Êlihê merasîm

Malbata Hakan Tezel (Masiro) piştî cenaze wergirt bir Êlihê. Girseyê doh danê sibê li ber mizgeftê kom bû û piştî wecîbeyên olî ber bi gorîstanê dest bi meşê kir. Tevî rêveber û şarêdarên BDP, nûnerên KURDÎ-DER, MEYA-DER, xebatkarên Navenda Çanda Bihar û endamên Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û bi hezaran tevlî bûn. Di dema meşê de dayika Tezel, Saniye Tezel bê navber li ser darbesta kurê ya ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin loriya.
Meş li ser goristanê bi dawî bû. Paşê cenazeyê gerîla Tezel bi sirûdên “Çerxa şoreşê” û “Ey Reqîb” hate veşartin. Di merasîma veşartinê de kêliyên hestyar rû dan. Di axaftinên merasîmê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ya aştiyane bang hate kirin.
Piştî merasîmê girseyê ji bo sersaxiyê çû serdana konê taziyê ya li taxa Bahçelîevlerê.

Gerîla Yildirim bi sloganan spartin axê

Ji bo gerîla Mesut Yildirim (Demhat) jî li navçeya Qoserê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Cenazeyê Yildirim li Tesîsên Dedemhanê yên Mêrdînê ji aliyê karwanê sedan maşîne ve hate pêşwazîkirin. Di ketina navçeya Qoserê de polîsan bend danî û destûr nedan ku cenaze têkeve nava bajar. Ji ber vê yekê karwan ji Rêya Îpekê re çû navçeyê. Girsê piştre cenaze wergirtin û bi karwanek mezin cenaze birin gundê Hemziya ya Qoserê.
Bi hezaran kes di ketina gund de karwana cenaze pêşwazî kirin û darbesta Yildirim danîn ser milê xwe û bi dirûşimên "Qatîl Erdogan" û "Şehîd namirin" meşiyan.Di merasima cenaze de bavê Yildirim Hamdullah Demîr û dayika Yildirim Sultan Yildirim anî ziman ku kurê wan Mesut şehîdê Kurdistanê ye.  Bi hazaran kes piştî merasima cenaze ji bo sersaxiyê çûn serdana malbata Yildirim.
Dema nûçe dihate ji bo weşanê dihate amadekirin, ji bo merasîma cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mehmet Biçecek, Mehmet Calp û Mehmet Zulfîkar Kaçmaz ku li Amedê werin definkirin, amadekarî dewam dikirin. 

DÎHA/ÊLÎH/MÊRDÎN