
Komîteya Berhevkirina Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan li herêma Girkê Legê li ber mala Gel a bajêr civîna çapemeniyê lidar xist. Komîteyê der barê xebatên xwe yên li herêmê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Meclîsa Gel a Girkê Legê ve hate xwendin de, hate diyarkirin ku li bajarê Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û gundên herêma Aliyan 34478 îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatine berhevkirin.
Li Mannheîmê 13500 imze
Di çarçoveya kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' de, li Mannheîm û derdora wê 13500 îmze hatin komkirin.
Li gorî daxuyaniya di semînereke li Ludwigshafenê hat dayîn de, li bajarê Elmanya Mannheîm û derdora wê heta niha 13500 îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd hatine berhevkirin.
Serokê Komeleya Ludwigshafen’ê di civînê de axivî û ji hemû kesên ku di xebatên komkirina îmzeyan ked dane û îmze kire spasiyên xwe pêşkêş kir û got: “ Emê kampanyayê dewam bikin. Pêwiste her kesê ku ji xwe re dibêje ez welatparêzim îmzeyan kom bike. Her wiha spasiyên xwe pêşkeşî ciwanên ku bi taybetî ji bo kampanyayê xebitîne dikim."
Di civînê de gelek welatparêzên kurd, li gel nûnerên rêxistinên AGÎF, ATÎF û Yekitiya Jinên Sosyalîst amade bûn.
GIRKÊ LEGÊ/LUDWIGSHAFEN