
Hunermend Rotînda ev stran ji bo hersê jinên şoreşger çêkiribû. ‘Hersê jinên azad mekin, ku da diçin!’
Ew ne tenê şoreşgerên çek li dest, li serê çiyayên Kurdistanê bûn. Her yek ji wan xwediya serpêhatî û çîrokên balkêş yên paşxaneyî bû. Gurbetellî Ersoz beriya biçe çiyayan rojnemevan bû. Lê dem hat û nema karî debar bike, li aliyekî dewleta dagirker nedihişt karê xwe bi awayekî azad bike û li aliyê din jî wê tehemûla terora bêsinor a dewletê nedikir. Aliyekî din ê Gurbetê jî zanyarî bû. Gurbetê dikarîbû di zanîngehan de dersê bide, di asteke bilind de karê xwe yê zanistî jî bike, lê wê digot: "Di mercên hinde dijwar û deremirovî de mirov nikare di labaratuwaran de ceribandinên zanistî bike!"
Dilê wê, mêjiyê wê, wijdanê wê xw eli vê ranedigirt, û wê berê xwe da çiyayan. Hunermend Rotînda gava ew stran çêkir, di dil û mêjiyê wî de Gurbet, Zeynep û Meryem hebûn. Texmîn nakim ku Rotînda jî texmîn kiribe ku ew stran bi şahedeta hersê jinên azad ên li Parîsê hatîn qetilkirin, veguhere sirûdeke têkoşîna jinên azad. Ez dibêjim, sirûd lê aliyê sotîner û daxder ê stranê pirrtir li pêş e. Melodiya wê gava dihête bihîstin, yekser dilê mirov jan dide.
‘Mekin jinên azad, hûn ku da diçin!’
Di ser de jî li gelek deveran gelek jinên azad yên Kurd hatin qetilkirin, carinan ji hejmara sisêyan jî zêdetir û carinan yeko yeko jî ji nav me birin.
Di Adara sala 2012´an de li bejahiya Bedlîsê 15 gerîlayên jin bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Di mercên Adarê de ku cih bi cih berf bi mêtroyan bilind de, 15 jinên azad ên Kurd li axa Kurdistanê bûbûn mêvan.
Rotînda helbet nedizanî ku dê strana wî hinde bi nav û deng bibe, hinde belav bibe.
Piştre ew stran bi dengê şervana azadiyê Delîlayê gihişt asteke bilindtir. Dengekî cihê û bibandor bû, ji serê çiyayên Kurdistanê qîr dikir. Mixabin bêyî ku Kurd ji deng, awaz û hunerê wê têr bibin ew jî ji me girtin. Li dû wê dengekî nemir ma.
‘Dilê axê sar e, hûn ku da diçin!’
Li dû wan şahadetan yên din dewam kirin. Gurbet û Meryem di encama xiyaneta navxweyî ya Başûr de hatibûn qetilkirin. Wê demê yên navê Kurdî li xwe kirîn jî bi çekên dijminan êriş dibirin ser şervanên azadiyê. Gelek navên ku ji bo Kurdan hêviyên mezin bûn, di encama wan êrişên xayîn de hatin kuştin.
‘Axîna dilê we bila biqede, îxanet wê binkeve hûn bizanin.’
Dem hat û terorê li navenda Ewrûpayê bi sînga Kurdan girt. Di sibeheke sar û tarî a parzemîna Ewrûpayê de xebera reş û bêyom li her mala Kurd bû mêvan. Belkî kesa herî dawiyê bihata hişê mirovan, li gel du hevalên xwe bûbû armanca guleyên bêbext.
Di navenda nûçeya reş de navê Sakîne Cansiz hebû. Yên din jî Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bûn…
Sara, Rojbîn û Ronahî...
Jin, jiyan, azadî…
Û careke din newaya sotîner a Rotînda.
Ew jî ne bes bûn, vêca Sêvê, Pakîze û Fatma li Cizîrê hatin qetilkirin.
‘Mîna we soza xwe kiribû yek!’
Belê mîna ku soza xwe yek kiribin, mîna ku soza heta dawiyê bi hev re jiyanê û bi hev re çûyîna mirinê jî dabin. Yek bi yek, kom bi kom koça ber bi nemiriniyê ve kirin.
Niha jineke din a şoreşger li wan jinan zêde dibe. Di wê kêliyê de ku em dinivîsin, em dixwînin, em dixwin, vedixwin, radizin û radibin, Leyla Gûven kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve diçe.
Her sibe an jî her gava em ji xew hişyar dibin, pêşî destê me diçe pişkoja nûçeyan.
‘Gelo hevala me, şoreşgera me, pêşenga me dijî yan jî em ê bi xebereke din a reş re jî rûbirû bimînin.’
Leyla bi evîneke bêsinor ket wê cengê, ew evîn ji bo rêbertiyê ye, ew rêbetî jî ji bo gel û mirovahiyê ye.
Bi gotineke din Leyla ji bo gihiştina Mecnûn jiyana xwe feda dike. Mecnûna Leylayê di kesayetiya Ocalan de azadî ye.
Ev 66 roj in ku Leyla di mercên herî dijwar de li pey evîna pîroz e. Çi dibêje Leyla Guven, "Di tevahiya jiyana xwe de bi qasî vê demê aram û bextewer nebûme."
Niha berê me li Parîsê ye, dilê me li Zindana Amedê, li Strasburgê û li gelek deverên din e.
Êdî hersê jinên azad veguherîne hezar jinên azad, hezar jin veguherîne sedhezaran...
Daxwaz û mirada dilê we pêk tê, hûn bi vê zanibin.