Bi hezaran welatiyên ji pêkhateyên Kantona Cizîrê bi meşeke cemawerî ya bi heybet piştgirî dan berxwedana Bakurê Kurdistanê.

Şêniyên bajarên Kantona Cizîrê yên Kurd, Ereb, Suryanî doh ji bo piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê li bajarê Girkê Legê meşiyan. Meşa ku ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir, Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, Serokê Desteya Karê Hundir Kenan Berekat, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Enerjiyê Silêman Xelef, Cîgirên Hevserokatiya Kantona Cizîrê Nadiya Yûsif û Afram Îshaq, her wiha nûnerên saziyên kantonê, partiyên siyasî, tevger û saziyên jin û ciwanan, meclîsên gel û saziyên Rêvebeirya Xweser tevlî bûn.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Kurdî, pankartên wekî “Gelê Bakur ne bi tenê ye, Rojava pê re ye”, “Gelê Rojava berxwedana Bakur silav dike”, “Em ragihandina Rêveberiya Xweser li Bakur pîroz dikin” û “Hûn ne bi tenê ne, em li rex we ne” hilgirtin. 


‘Vîna gel xurtir e’

Dema meşvan gihîştin Qada Azadî ya Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso  û got: “Dewleta Tirk bi hemû cureyên çekên giran êrîşan dibe ser gelê Bakur, lê dîsa jî vîna gel ji hovîtiya dewletê xurtir e.”

Ekrem Hiso, debêdengiya hin aliyên Kurd û raya giştî ya cîhanê li hemberî kiryarên dewleta Tirk ku li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê dide meşandin, rexne kir û bang li hemû hêz û dewletan kir da ku ji hikûmeta AKP’ê re sînorekî deynin.


‘Polîtîkayên Erdogan wê têk biçin’

Piştre Endamê Meclîsa PYD Hesen Koçer, Rêvebera Yekîtiya Star Rojda Hesen û li ser navê Suryaniyên Kantona Cizîrê jî Ebdulehed Heno jî axivîn û gotin, polîtîkayên Erdogan û hikûmeta wî dê li hemberî berxwedana gelê Kurd têk biçin. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk li hemberî Kurdan hat şermezarkirin û hat gotin, gelê Kurd wê bi rihê berxwedanê êrîşên dewleta Tirk pûç bike.

Meş bi durişmeyên silavkirina berxwedana Bakûr bidawî bû. 


Bêdengiya navnetewî şermezar kir

Li Kantona Cizîrê li bajarê Tirbespiyê jî çalakiyek hebû. Jinên bajarê Tirbespiyê li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û qetilkirina hersê jinên siyasetvan ên Kurd şermezar kir.  Di çalakiyê de li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Tirbespiyê Rojda Bagok axivî got  ew di têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve ti caran gavan paşde naavêjin û her berxwedana xwe dewam bikin.

Bagok bêdengiya raya giştî ya cîhanê û hêzên navnetewî li hemberî van kiryaran şermezar kir û bang kir ku her kes helwêsta xwe zelal bike. 


Ji bo hersê jinên Kurd meşiyan

Li Kantona Kobanê jî şêniyên gundê Şêranê ji qetilkirina hersê siyasetmedarên jin ên Kurd bi meşekê şermezar kirin. 


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ/TIRBESPIYÊ/KOBANÊ