
Tevgera koçberiya şêniyên Dêra Zorê ya ji ber bombebarana balafirên rejîmê û Rûsya, her wiha ji ber şerê di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê de zêde dibe. Welatiyên sivîl berê xwe didin herêmên QSDʹê. Zêdeyî 14 hezar koçber gihiştin Eyn Îsa. Koçber ji aliyekî ve ji ber bombebarana balafirên rejîmê û yên Rûsya ya li ser bajêr û gundewarên wê direvin. Welatî her wiha ji ber şerê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞʹê de malên xwe bi cih dihêlin. Koçber berê xwe didin herêmên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê hatine rizgarkirin.
Rêveberî xwedî li koçberan derdikeve
Koçber di rêyên qumî û mesafeyên mezin bi meşê û erebeyan li pey xwe dihêlin û birçî û tî ne dema digihîjin cihê starê ên di bin kontrola QSD´ê de. QSD`ê ji aliyê xwe ve pêşwaziya koçberan dike û pêdiviyên pêwîst ên jiyanî ji wan re peyde dike.
QSD`ê ji bo pêşwazîkirina hejmara mezin a koçberên ji Dêrazorê, amadekarariyên xwe zêde kirine. QSD`ê erebeyên ku sîtêrên ava vexwarinê û xwarinê hilgirin, şandin nuqteyên pêşîn da ku pêdiviya koçberan bi cih bîne û alîkariyên lezgîn pêşkêşî koçberan bikin.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd jî, di asta herî bilind de pêşwaziya koçberan dike, nemaze pirraniya koçberan zarok, jin, pîr û kal in. Ekîpên tenduristiyê jî ji bo pêşwazîkirina koçberan û pêşkêşkirina çareseriyên lezgîn li nexwaşan, amade ne.
AGIRÎ ÎBRAHÎM / DIYAR EHMO / ANHA / DÊRA ZORÊ