
EFRÎN
YPJ: Efsaneya berxwedanê nivîsand
Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) ragihand ku, şervana wan Silava berdewama berxwedana Leyla Qasim, Viyan Caf, Bêrîtan, Besê, Rûoken, Şêrîn Elmehûrî û jinên kela Dimdimê ye. YPJ’ê bi daxuyaniyekê soz da ku xwedî li şehîdên xwe derkeve û tu carî doza wan bernede.
Di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin: “Pilana ku niha li serê me Kurdan dimeşînin û êrîş û pevçûnên dawî li herêmên ku rizgarbûne her wiha êrîşên dawî li herêma Efrînê û navçeya Şêrewa tê wateya ku pilanên qirêj ji dijminên Kurdan ve tê meşandin. Li hember van pilanan û êrîşan me bersiva komên çekdar baş da. Derbarê pevçûnên li bajarê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê de YPJ’ê beşdarî berxwedana wir bûn û ji wan Tabûra Şehîd Rûken ku Şehîd Silava cihê xwe tê de digirt, her wiha bi dehan ji şervanên me beşdarî berxwedanê bûn. Endama konsya Leşkerî ya YPJ’ê Şehîd Silava serkêşiya komeke şervanan di pevçûnan de dikir û bi rola xwe di rêzên pêş de radibû, her wiha bi şehîdbûna wê efsaneke dîrokî bi xwîna xwe di berxwedanê de nivîsand.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrîşên li ser gelê me li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li herêma Efrînê pilanekî qirêj e û bi rêk û pêk bi destê komên çekdar û hin ajendeyên wan tê meşandin ku dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin û deskeftiyên wê têkbibin û berxwedana me diyar dike ku em derfetê nadin tu kesî û tu hêzan ku dest bavêjin destkeftiyên gel me. Em ji wan hêzan re dibêjin çi hesabên şaş li ser Rojavayê Kurdistanê bêyî li gelê Rojava vegerin dê li hember berxwedaneke dijwar derkevin. Berxwedana Şehîd Silavaa li Rojavayê Kurdistanê berdewama berxwedana şehîd Leyla Qasim û Viyan Caf li Başûrê Kurdistanê, Bêrîtan û Besê li Bakurî Kurdistanê, Şêrîn Elmehûrî û jinên Dimdimê li Rojhilatî Kurdistanê, her wiha Rûken li Rojavayê Kurdistanê ne. Gelê me bi van şehîdan û herî dawî Silavaa pir serbilind e, ji ber vê em ji soz didin gelê xwe ku em doza şehîdên xwe bernedin. Em heyfa şehîd Silavaa li erdê nahêlin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Banga me ji gelê me re ye ku tevlî kampaniya parastina herêmên Kurdan bibin. Dijminê me tu rengên însanetiyê lê diyar nake, ji ber vê yekê divê bersiva me bi yek destî bi ji bo zanibin Kurd kî ne, divê gelê me ji berxwedana şehîd Silavaa di parastina nirxên gel û şoreşê sûd werbigire.”
QAMIŞLO
Yekîtiya Star: Silava nimûne bû
Yekîtiya Star bi daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Şehîd Silava, nimûneya Keçên ku maf û rûmeta jinan diparast, bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li eniya şer dixwest bighêje kesayetiya jina azad.
Di daxuyaniya Yekîtiya Star de tê gotin: "Ev demeke ku komên çekdar êrîşî herêma Efrînê dikin, rejîma Sûriyê û hêzên derve xwe li destkeftiyên gelê me ranagirin, dixawzin bi van êrîşan destkeftî û viyana gelê Kurd têkbibin. Ev êrîş komploya rêjîm û alîgirên wê yê li dijî şoreşa Sûriyê ye, dixwazin şoreşê ber bi şerekî navxweyî bibin, em van kiryarên li dijî gelê Kurd û doza wî bi tundî şermezar didkin. Di berxwedana parastina nirxên şoreşê de 5 şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê şehîd ketin, ji wan jî şervana jin endama Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Şehîd Silava bû. Yekemîn jin e ku di şerên parastina herêma Efrînê de jiyana xwe dest da. Bi vê boneyê em hemû pakrewanên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe ji giyanê wan re ditewînin, ji malbatên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazin."
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: "Silava jineke ciwan bû, ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê tevlî nav refê YPJ'ê bû. bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li eniya şer dixwest bighêje kesayetiya jina azad."
Banga xwedîderketinê
Di daxuyaniyê hat gotin: "Em wek Yekîtiya Star, bang li gelê xwe dikin ku li berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG), her wiha li şehîdan, nirxên şoreşê yên pîroz xwedî derkevin, em ji her kesî dixwazin ku li hember komployên dijminên tevgera gelê Kurd têkoşînê bilind bikin. Her wiha ji hêzên Demokrat, hêzên Opozisyona Sûriyê dixwazin ku rê nedin vê lîstoka gemar ku hinek hêzê bi alîkariya komên çekdar birêve dibin."
Di dawiya daxuyaniyê tê gotin: "Em berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Efrînê Silava dikin û bang li ciwanan, ji hemû pêkhateyan, dikin ku tevlî nav refên YPG'ê bibin."
QAMIŞLO